Li Îranê jina wênekêş hat kuştin 2022-01-23 11:49:24   NAVENDA NÛÇEYAN -Li Îranê, jina binavê Fatameh Aaîl a wênekêş hat kuştin.   Li parêzgeha Bûşehr a Îranê, jina bi navê Fatameh Aaîl a wênekêş hat kuştin. Li gorî nûçeya ku Nûjinha'yê derbas kiriye, Fatameh Aaîl 4 sal bûne karê wênekêşiyê kiriye û piştî ku bi kişandina wêneyan ji mala xwe derketiye bi îşkenceyê hatiye kuştin û li laşê wê gelek şopên îşkenceyê hene. Faîlê kuştina Fatameh Aaîl hat girtin û derket holê ku faîl di telefonê de Fatameh Aaîl tacîz kiriye.    Li parêzgeha Bûşehrê di nav meha çileyê de ev kuştina wenekêşa duyemîne.