‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’ 2022-01-21 16:21:23   ÎZMÎR - Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo Aysel Tugluk kartên piştevaniyê şandin û xwestin tavilê were berdan.   Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandirayê girtî û nexweş e li ber PTT’a Konakê daxuyanî dan û kartên piştevaniyê şandin. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Aysel Tugluk azadî. Bila girtiyên nexweş hemû werin berdan” vekirin û dirûşm berz kirin.    Endama Platformê Evrîm Çakir li ser navê jinan daxuyanî da û destnîşan kir ku divê kes ji bo Aysel Tugluk bêdeng nemîne û bi hezaran jin û tevahiya tevgerên jinan ji bo Ayselê rabin ser piya û deng bidin berxwedana wê. Çakir got ew di şexsê Tugluk de ji bo girtiyên nexweş hemû azadiyê dixwazin.    Jinan piştî daxuyaniyê kartên piştevaniyê ji Tugluk re şandin Girtîgeha Kandirayê.