Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne 2022-01-09 16:50:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Her sê jinên ku li Parîsê hatin kuştin, li bajarên xwe û gelek bajarên din hatin bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku li ser gora Fîdan Dogan axivî, got ku faîl ne ne dûr in li Enqerê ne.    Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn kuştin, li gelek bajaran bi bernameyên cuda hatin bibîranîn. Di bîranînan de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4'ê çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn kuştin jî nehatin jibîrkirin.    MEREŞ    Siyasetmedara kurd Fîdan Dogan ku bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re hatibû kuştin li navçeya Elbistanê ya Mereşê li ser gora xwe hat bibîranîn. Rexmî şiliya zêde û dorpêça polis û cendirmeyan jî li ser goristana Dogan a li gundê Xopon merasîma bîranîne hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, xizmên Dogan û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.    'FAÎL LI ENQERÊ NE'   Di bîranînê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hilgirtin û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev tişt got: "Îro ji bo me rojek reş e. 3 jinên siyasetmedara li nav dilê Ewropayê hatin kuştin. 9 sal derbas bûn lê hê hî faîlên rasteqîn nehatine dîtin û darizandin. Rexmî ku rola Tirkiyeyê ya di komkujiyê de li holê ye jî ne dinya ne jî rêxistinên navneteweyî gotinek negotin. Ji bo ku komkujî faîlî meçhûl bimîne hewldan hatin dayîn. Di vê pêvajoyê de komkujiyên li dijî jinên kurd berdewam kirin. Li silopiyayê 3 jinên siyasetmedar bi heman rêbazî hatin kuştin. Faîl heman kes in ne gelek dûr in, li Enqerê ne. Di dîrokê de her jin hedef hatine girtin û kuştin. Weke Meclisa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê em ê qet dev ji hesap pirsînê bernedin. Peyama vê komkujiyê "netêkoşin" bû. Lê em careke din bang dikin; heta ku aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Dogan û dûrişmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.    MERSÎN   Leyla Şaylemez jî li Mersînê li ser gora xwe ya li Goristana Guneykentê hat bibîranîn. Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên DBP'ê, TUAY-DER'ê, AYKAY-DER'ê, Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllar û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Jinên ku ji wesayîtên xwe pêya bûn bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadi” ber bi goristana Şaylemez ve meşiyan. Piştî rêzgirtinê destpêkê Dayika Aştiyê Meryem Erbey, axivî û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn kuştin bi bîr xist û ev tişt got: "Ev jîn bi awayekî neheq hatin kuştin. Em êdî ji komkujiyên jinan re dibêjin bes e. Weke Dayikên Aştiyê heta ku demokrasî û aştî û bê welat em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî Erbey Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û wiha got: "Bi komkujiya Parîsê hat xwestin ku pêvajoya aştiyê ya bi gelê kurd re bê astengkirin. Wê derbarê de provakasyoneke mezin bû. Li cem vê bi komkujiya Silopiyayê re derbeke mezintir li pêvajoya aştiyê hat xistin. Ev derbe di ser kuştina jinan de hat pêşxistin. Li vir jinên siyasetmedar hedef hatine girtin. Jinên kurd hedef hatine girtin. Lewre ev kevneşopiya dewletê rola jinên kurd a di siyaseta Tirkiye, Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraq û Îranê de baş dizane. Heta ku faîlên komkujiyan dernekevin holê li vî welatî ne pêkan e ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe. Wê têkoşîna me heta ku tu jin neyê kuştin bidome."   Bîranîn bi danîn qurnefîlan a ser gora Şaylemez bi dawî bû.    WAN Û SÊRT   Li Wan û Sêrtê jî her sê jinên şoreşger bi heman rengî hatin bibîranîn.