Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin 2022-01-07 10:51:16   DENÎZLÎ - Li navçeya Pamûkkaleyê Cafer Gulkaya, hevjîna xwe Safiye Gulkaya bi çekê qetil kir. Faîl, hat binçavkirin.    Li Taxa Anafartalar a navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê Cafer Gulkaya (70), hevjîna xwe Safiye Gulkaya (69) bi çekê qetil kir. Li ser îxbara kurê Gulkaya tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê di kontrolkirinê de tespît kirin ku Safiye Gulkaya jiyana xwe ji dest daye. Polîsan kujer Cafer Gulkaya binçavkirin. Cenazeyê Safiye Gulkaya ku hat qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneay Zanîngeha Pamûkkaleyê.