Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê 2021-12-03 14:28:56   SÊRT - Di danişîna tecawizkar Mûsa Orhan de dema ku nameya Îpek Er a beriya întihar bike nivîsandibû dihat xwendin rewşa dayika wê Hakîme Kiliç ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê.    Danişîna 5’emîn a doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” derbarê çawişê pispor Musa Orhan ku tecawizî Îpek Er kiribû û bûbû sedem ku întihar bike de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê didome.    Di danişîn bi parastina parêzeran didome. Parêzeran dema ku nameya Îpek Er a beriya întihar bike nivîsandibû xwendin rewşa dayika wê Hakîme Kiliç ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê.    Hat ragihandin ku rewşa Kiliç baş e.