Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin 2021-12-02 16:12:11   ÊLIH - Dogan Demîr ê hevjîna xwe ya bi mehra olî giran birîndar kiribû û xwişka wê qetil kiribû, piştî 14 rojan hat girtin.    Li Taxa Çamlitepe ya Êlihê, di 16’ê Mijdarê de Dogan Demîr, ê hevjîna xwe ya bi mehra olî Muzeyyen Bûlût giran birîndar kiribû û xwişka wê Sûltan Karabûlût qetil kiribû, reviya bû. Demîr ê di çarçoveya lêpirsînê de di 30’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan duh sewqî Edliyeya Êlihê hat kirin. Dadgehê Demîr girt û ew şand Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.     Li aliyê din hat hînbûn ku têkildarî dosyaya Demîr biryara nepen hatiye girtin.