Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet 2021-11-26 11:29:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş di peyama çarçoveya 25’ê Mijdarê belav kir de projeya ku ew ê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiyê de pêk bînin eşkere kir. Di projeya Erbaş de li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet heye.    Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de peyamek weşand. Erbaş derbarê projeyên têkoşîna li dijî şîdeta malbatê de diyar kir ku dê panelên li dijî tundiyê "di bin rêberiya Qur'an û sinetê" de bên lidarxistin û li qehwexane û kargehan jî axaftin bên kirin.   Erbaş di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir: "Tundiya ku di baweriya me de cihê wê tune ye, sûcê mirovahiyê ye, bêçaretî û bêmerhemetî ye. Ez hêvî dikim ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê bibe wesîleya hezkirin û dilovanî di jiyana me de serdest be, zarok, jin û hemû mirovahî di rojên aram û dûrî îhmal û ji tundiyê û destdirêjiyê dûr be.   PROJEYA DIYANETÊ    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Midûriyeta Karûbarên Diyanetê li dijî tundiya li ser jinan projeya "Di pêşîgirtina li şîdeta navmalê de parastina malbatê û hişyariya civakî" di bin rêbertiya Qur'an û sinnetê de li dijî tundiya li ser jinan pêk tê wê bixe meriyetê.    LI QEHWEXANEYAN CIVAT    Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li 14 bajaran dê perwerde bên kirin. Perwerdeyên ku îro dest pê kirin û dê 3 rojan bidomin dê li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Amed, Stenbol, Îzmîr, Kahramanmaraş, Kocaelî, Mêrsîn, Mugla, Nevşehîr û Tekîrdagê 2 kesên ku ji pisporê ku Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî tesbît dike pêk tên dê di çarçoveya perwerdeyê de xizmetê bidin. Di moderatoriya Miftiyên Parêzgehan de dê panelên vekirî yên ji bo hemû jin û mêran vekirî be bên lidarxistin. Karbidestên olî jî dê beşdarî panelan bibin û xutbeya înê de wazan bidin. Di çarçoveya projeyê de dê li  fabrîqe ango kargehan û qehwexaneyan civat bên kirin û di van sohbetan de mijarên ‘Tûndî û rûmeta mirovahiyê nayê ba hev’ were pêşkêşkirin.”