Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e 2021-11-20 11:17:49 RIHA - Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Zehra Semo diyar kir ku wan bi “Şoreşa Jinê ya Rojava” re li dijî zîhniyeta mêrsalarî têkoşîneke demdirêj dane destpêkirin û wiha got: “Destkeftî, ji ber ku moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin.”   “Şoreşa Rojava” ku bi siyaseta “rêya sêyemîn” li cîhanê deng vedide, li dijî sîstema mêrsalarî ya kapîtalîst, bi pêşengiya jinê pêşkêşkirina jiyaneke nû dewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku li dijî sîstemên yek navend, li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de modelên alternatîf hildiberînin, hebûna xwe di her tiştî de, ji siyasetê heta dîplomasiyê, ji leşkerî heta aboriyê, ji çandê heta hunerê xurt dikin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo, ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiyar Li ser Jinê derbarê destkeftî û rewşa jinên herêmê de ji ajansa me re axivî.      ‘HER TIM WEKE GEF HAT DÎTIN’   Semo, diyar kir ku destkeftiyên jinan ji bo desthilatan her tim weke gef tên dîtin û wiha got: “Gelek tundiyên li dijî jinê hene. Eger em li dîroka cîhanê binêrin, hikûmetên hegemon her tim li dijî destkeftiyên jinan di nava têkoşîneke bêeman de bûne. Li şûna ku li dijî tundiya sîstematîk a li dijî jinê têbikoşin, ji bo destkeftî û mafên jinan ji destê wan bigirin, têkoşiyan.”   Semo, bi lêv kir ku bi wergirtina hêza ji desthilatdariyê tundî li civakê belav dibe û wiha berdewam kir: “Li dijî tundiyê jinan her tim li ber xwe daye. Her çiqas li dijî jinê tundî hatibe kirin jî li dijî vê Xwişkên Mirabel her tim hebûne. Xwişkên Patria, Minerva û Maria Teresa bi dengên xwe yên herî bilind qîriyan ku jin xwedî mafên wekhev in. Ji ber vê yekê hatin qetilkirin. Di ser kuştina wan re 61 sal derbas bûn nehatin ji bîrkirin, lê her kesî navê dîktatorê ku pê re şer dikirin ji bîr kirin.”   SERDEMA PERGALA BAAS’Ê   Zehra Semo, destnîşan kir ku beriya Şoreşa Rojava ne pêkan bû ku mirov qala mafên jinan ên li herêmê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê tundiya fîzîkî, tundiya psîkolojîk û aboriyê jî herî zêde jinan hîs dikir. Beriya Şoreşa Rojava Pergala Baas’ê li herêmê hemû cureyên tundiyê li jinan dikir. Tu mafê jinan tune bû. Li malê hatibû hefskirin û di siyasetê de jî destûr nedihate dayîn ku biaxive. Ev yek tundiya herî mezin a li dijî jinê ye. Ji bo jinan ji jiyana civakî bêpar bihêjin tişta ji destê wan hat kirin. Jinan li dibistanan dixwend lê bîrdoziya Pergala Baas’ê didan wan û qadên ku dewletê destûr dida dikarîn bixebitin. Dihat gotin ku eger jin mafên xwe bixwazin wê bên kuştin, îşkence li wan bê kirin, bên hefskirin. Bi her awayî hewl hat dayîn ku jin ji nû ve li ser lingên xwe nesikinin. Jin tên kuştin, dema neyên kuştin jî ji kuştinê xerabtir tên kirin.”   ‘JINAN JIYANEKE NÛ AVAKIRIN’   Semo, bi bîr xist ku Şoreşa Rojava di pêşengtiya jinan de pêk hat û wiha pê de çû: “Şoreş bi navê şoreşa jinan bi tîpên zêrîn di dîrokê de hate nivîsîn. Bi şoreşê re jinan jiyaneke nû ava kirin. Jin li dijî tune hesibandina xwe ya salên dirêj di asta herî pêş a şoreşê de cihê xwe girt. Li hemû qadan gav bi gav rêya 3’yemîn ava kirin. Kesên ku ew paşguh kirin û mafên wan sînordar kirin, dîtin ku jin dikarin di her qadê de hebin.”   Semo, destnîşan kir ku jin di çarçoveya nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di nava siyaset, aborî û hiqûqê de hene û wiha domand: “Jin êdî daxwaza hemû mafên xwe dikin. Di her warî de rola xwe lîstin. Jinên ku di dema Rejîma Baas’ê de li dijî tundiyê bêparastin bûn, niha xwe diparêzin. Her ku destketiyên wan mezin bûn, dewletên hegemon aciz kirin. Ji ber ku van destkeftiyên nû textên wan hejandin. Rastiya ku jin bi hêz e, ew tirsandin.”    ARMANCA EWIL JININ   Zehra Semo da xuyakirin, ku di nava hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn de bi pêşengiya jinan jiyaneke bi hev re hatiye avakirin û anî ziman ku Tirkiye ji vê sîstemê aciz e. Semo, da zanîn ku ji ber vê yekê Tirkiye di êrişên ser herêmê yên dîrokên cuda de jin kirin hedef û got: “Mînaka vê ya herî berbiçav jî kuştina Hevrîn Xelef e. Di kesayeta Xelefê de hemû jin hedef hatin girtin. Ligel vê yekê xwestin bingehên pergalê ji holê rakin. Li dijî hemû êrîşan, jinan bi mezinkirina berxwedanê bersiv dan. Her wiha ji ber ku tê zanîn destkeftî moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin”     TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ   Zehra Semo, diyar kir ku li herêmên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê serwer e tundiya li dijî jinan gelekî kêm bûye û wiha axivî: “Mixabin em nikarin bibêjin ku bi temamî ji holê rabûye. Jin ji bo tundiyê bi temamî ji holê rakin têkoşîna xwe didomînin. Pêwîst e destkeftiyên li Rojava li tevahiya Rojhilata Navîn û wêdetir li cîhanê bên belavkirin. Bi guhertina hemû zîhniyetên mêrsalarî yên hegemonîk re em dikarin tundiya li dijî jinê ji holê rakin.”   Zehra Semo, qala têkoşîna Meclîsa Jinan a PYD’ê ya parastina destkeftiyên jinan kir û derbarê xebatên xwe de ev agahî parve kirin: “Em bi hişmendiya ku em ê bi parastina destketiyan xurttir bibin li qadan in. Em bi jinan re derbarê mafên wan de civînan li dar dixînin û ji jin û mêran re jineolojiyê vedibêjin. Reqa bûbû paytexta DAIŞ’ê. Li gelek cihên mîna Reqayê hişmendiyên qirêj, tarî demekê zindî hatin hiştin. Ji bo ku em wê hişmendiyê ji holê rabikin em têdikoşin. Em di vê noqteyê de ne tenê jinan, hemû civakê perwerde dikin. Dema em zarok û zilaman perwerde dikin, vedîtina jinê bi lez dibe. Ev têkoşîneke demdirêj e, lê ji bilî bidestxistina wê ti çareyeka me tune ye.”   BANGA YEKITIYÊ   Zehra Semo destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinan a PYD’ê xebatên wan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ne bi sînor in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ku derê li dijî jinê tundî hebe em li wir in. Sînor ji bo me ne asteng in. Em bi hemû rêxistinên jinan re di nava piştevaniyê de ne. Em serpêhatiyên jineke ku li dereke cîhanê rastî tundiyê tê di dilê xwe de hîs dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di têkoşîna li dijî destavêtin, îşkence, revandin û komkujiya jinan de û bi taybetî li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, bi me re di nava piştevaniyê de bin. Eger jin yek bin, eger bi hev re bin, tu hêz nikare li hemberî wan bisekine.”     MA / Emrûllah Acar