Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin 2021-11-14 13:32:40   ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, ji ber 25'ê Mijdarê, bi bernameyeke taştê bi jinan re hat gelhev. Jinan, got ku wê careke din di 25'ê mijdarê de li dijî tundiya dewlet-zilaman a li ser jinan li qadan bin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Platforma Jinan a Îzmîrê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê “Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de bi şîara "Li malê, kar, kuçê, kampûsê tundî li her derî ye, çareserî di têkoşîna rêxistinkirî de ye" li Kargeha Gaza Hewayê ya Dîrokî ya li navçeya Alsancakê, bi bernameyek taştê bi jinan re hat gelhev. Beriya taştê platformê li ber derê kargehê daxuyanî da. Daxuyanî li ser navê paltformê ji aliyê endama platformê Denîz Şahîn Guneştekîn ve hat dayîn.    Denîz Şahîn Guneştekîn, diyar kir ku wê mîna her sal careke din di 25'ê mijdarê de li dijî her cûre tundî, tacîz, destdirêjî, îstismar, kuştina jinan, gotinên nefretê yên li djî LGBTÎ+'yan, lêgerîna tazî ya li girtîgehan, xizanî, xebata neewle û mobîngê li kuçeyan bin û bang li jinan kir ku di 25ê Mijdarê de tevlî meşa ku wê li pêş Navenda Çandê ya Lemanê ya berê dest pê bikin bibin û dengê xwe li dijî tundiyê derbixin.    Piştî daxuyaniyê jin derbasî taştê bûn. Pişter li kursiyê serbest jinan çavdêriyên xwe yên tundiya zilam û cerebeyên xwe parve kirin.