Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast 2021-11-05 09:16:22 MÊRDÎN - Li Mêrdînê fermandarê qereqolê Fahrî Ç. ku ji ber sûcê tacizê tê darizandin, peyamên wî yên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" hatin nirxandin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn.  Li navçeya Şemrex a Mêrdînê Fermandarê Qereqola Aksûyê Fahrî Ç., jina ciwan a bi navê A.A. taciz kiribû. Di doza li Fahrî Ç. hat vekirin de, çendî ku beyana jinê û peyamên bersûc li holê ne jî, dadgehê biryara beraetê da.    Bûyer, di Nîsana 2020'î de li Şemrexê piştî bûyereka di navbera du malbatan de, çêbûye. Malbata kesê ku di şer de kesek kuşt ji bêgavî ji gund bar kiriye û malbat ji bo zînetên xwe yên li gund wergire, doza alîkariyê li cendirmeyan kiriye. Fermandarê cendirmeyan Fahrî Ç. jî di nav de komek esker bi A.A.'yê re çûne mala wan a li gund. Gava A.A.'yê xwestiye zînetên xwe wergire û ketiye hundir, Fahrî Ç. jî li pey wê ketiye hundir û jina ciwan taciz kiriye û jina ciwan jî Fahrî Ç. dahf daye û ji hundir derketiye.    Lê belê piştî wextekê Fahrî Ç. peyamên naveroka wan zayendî ji jina ciwan re şandine. Ev yek sê rojan li ser hev dewam kiriye. Lê jina ciwan bi fikira ku ger tiştekî bike dibe ku ev yek bandoreke nebaş li dosyeya bavê bike, xwe li bêdengiyê daniye. Lê piştî ku birayê wê bi tacizê dihese, radibe fermandarê qereqolê giliyê CÎMER'ê dike. Piştî gilîkirinê derbarê Fahrî Ç. de bi sûcê "taciza zayendî" lêpirsîn tê destpêkirin û peywira wî tê betalkirin.    Fahrî Ç., di çarçoveya lêpirsîna hat kirin de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Şemrexê hat darizandin. Dadgehê di danişîna 2'yan de biryara beraetê da. Dadgehê peyamên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" nirxandin û angaşt kir ku ev "ne sûc e". Piştî vê jina ciwan serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da û paşê jî serî li Navend Mafên Jina ya Baroya Mêrdînê da û doza alîkariyê kir.    BANDORA UNÎFORMA    A.A., tiştên hatin serê wê gotin. A.A., bilêv kir ku ewilî ji ber derdorê tu tişt ji kesî re negotiye, lê piştî biryara beraetê hatiye dayîn biryar daye ku bitêkoşe û got: "Her tişt eşkere li holê ye, lê dadgehê rabû biryarek wiha da. Ez wisa difikirim ku ji ber ku fermandarê qereqolê ye biryarek wiha daye. Pir eşkere ye ku ez nêzîkatiyên wî yên vi rengî red dikim. Naveroka peyaman zayendî ye, lê dadgehê ev peyam bi vî awayî nehesibandin."    PARÊZER: BIRYAR DIJÎ HIQÛQÊ YE   Ji parêzerên Mafên Jinan ên Baroya Mêrdînê Dîlan Koç, anî ziman ku piştî A.A. serî li wan daye li dosyeyê mêze kirine. Koç, destnîşan kir ku diviyabû cendirme welatiya mexdûr biparastina û got: "Lê di bûyerê de ne parastin, welatî hatiye mexdûrkirin. Û wekî A.A. gotiye tacizeke zayendî çêbûye."    Koç, bilêv kir ku wisa difikirin ku bi derengîxistina gilîkirinê jî bandor li biryarê kiriye û got: "A.A. ji ber dosyeya bavê xwe ewilî gilî nekiriye, lê dadgehê bêyî ku vê angaştê vekole rasterast beyana bersûc esas girtiye. Ev biryareke dijî hiqûqê ye."    BÊCEZATÎ   Koç, destnîşan kir ku biryarên di warê bêcezatiyê de kiryaran wêrek dikin. Koç, anî ziman ku hemû berhêlîkirinên li hemberî jinan bi polîtîkaya bêcezatiyê re rû bi rû dimînin û got: "A rast em ji bo herêmê dikarin bibêjin ku şebekeyeke fuhûşê heye. Ev kes bi rihetî biryara beraetê digirin. Ev yek wan pir wêrek dike. Em li bendê ne ku dadgeh heya lêkolînan nekin, biryarên wisa nedin. Nexasim jî gava nasnameya kiryar bi vî awayî be, divê mesele bi hûrgulî bê vekolandin û liv û tevgereke hesas hebe."    MA / Ahmet Kanbal