Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan 2021-11-03 16:56:06   ŞIRNEX - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bi dayikên Şirnexê re hatin gelhev û pêvajoya siyasî nirxandin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji Amedê hatin Şirnexê, li avahiya HDP'ê ya Cizîrê bi jinên şirnexî re civiyan. Dayikan, geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin axivîn û ji bo bernameya xwe ya pêşerojê nîqaşan kirin. Di civînê de dayikan her wiha rewşa siyasî ya giştî, rewşa dayikên ku li sînorê Sêmalka li bendê ne cenazeyên zarokên xwe bigirin û feyda xwe ya ji bo aştiyê nirxandan.    Dayikên Aştiyê yên Amedê, beriya niha jî li herêmên cuda bi Dayikên Aştiyê re hatibûn gelhev.   Civîn ji çapameniyê re girtî berdewam kir.