Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê 2021-10-13 09:00:52 SEMSÛR - Li gundên herêma Xisorê jinan piştî erzaq û zexîreyên zivistanê, niha jî ji bo çêkirina lihêf û doşekan zend û bend badane.  Li gundên herêma Xisor a Semsûrê, amadekariyên zivistanê didomin. Amadekariyên bi destê jinan tên kirin di warê aborî de barê malbatan sivik dike. Bastêq, kesme, mewîj, tirşî, îsot û bacanên hişk û ava îsot û firingiyan hatine amadekirin. Niha jî ji bo rojên sar ên zivistanê doşek û lihêf tên çêkirin. Hiriya pez a hatiye qusandin û şûştin, ji bo çêkirina doşekan tê amadekirin. Jinên bi ked û tahbeke mezin dixebitin, hewl didin bi van amadekariyan bê zor û zehmetî zivistana xwe derbas bikin.    ŞÎRANÎ   Li gundê Kistanê Gonul Alagoz, behsa tiştên ji bo zivistanê amade kirine kir û got: "Em havînê li benda tirî ne ku baş bikemile. Payizê jî em tirî berhev dikin û di sîtilên mezin de dikelînin. Paşê em wan didin be rtavê û hişk dikin. Bi dû re jî em qirş û qalên nav wan dineqînin û wan ji bo zivistanê amade dikin. Zivistanê em wan li ber çayê dixwin û îkramî mêvanên xwe dikin."    Alagoz, da zanîn ku heya niha ji bo zivistanê bastêq, kesme û gûz çêkirine û ji xeynî vana toraq, penêr, nivîşk jî çêkirine. Alagoz got: "Me îsot û bacan jî hişk kirin. Me şûşeyên xwe jî dagirtine. Me tirşiya xwe jî çêkiriye. Bi van tiştan, barê me yê zivistanê sivik dibe."    Alagoz, diyar kir ku her sal heman tiştî çêdikin û berên li nav baxçeyên wan ji yên marketan bitahmtir in û got: "Hem erzan in, hem jî bitahm in."    LIHÊF Û DOŞEK   Alagoz, bilêv kir ku ji bo zivistanê hiriya xwe jî raxistine û dê bi vê hiriyê balîf, lihêf û doşekan çêbikin. Alagoz got: "Zivistan pir sar e. Lihêfên din me germ nakin. Lewma em hiriya ku me qusandiye, em dişon û pê balîf, doşek û lihêfan çêdikin."    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can