Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin 2021-10-10 09:05:59   AMED - Hediye Tûtal, anî ziman ku gava cenazeyê keça xwe Hasret Tûtalê ya ji aliyê Bekîr Gulel ve hat qetilkirin şûştiye, li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne û ji bo Gulel bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê wê bê dê bike.    Hasret Tûtal piştî zanîngeh qezenc kir tevî 3 xwişkên xwe ji Amedê çû Rihayê. Tûtal, piştî kutakirina zanîngehê li Rihayê dest bi kar kir û 2 sal berê Bekîr Gulel nas kir. Tûtal, ji ber tahdeya lê hat kirin, di 7'ê Cotmehê de xwest dev ji Gulel berde. Lê belê Gulel, bi çekê Tûtal a 26 salî bi giranî birîndar kir. Piştî birîndarkirinê Tûtalê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê, lê belê tevî hemû mudaxileyan jî Tûtalê jiyana xwe ji dest da. Gulel jî hat binçavkirin û paşê hat girtin.    Dayik Hediye Tûtal ku ji bo cenazeyê keça xwe wergire ji Amedê çû Rihayê, anî ziman ku wê bi destê xwe cenazeyê keça xwe şûştiye û gava cenaze şûştiye li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne. Dayik Tûtal, da zanîn ku li nav pişta keça wê û li serê wê dewsa qundaxên çekê hebûne û milên wê û zendên wê jî reş bûne û li paş stuyê wê jî dewsa guleyê çekê hebûye. Dayik Tûtal ji bo edaletê bang kir.    GEF LÊ DIXWARIN   Xwişk Elanûr Gonca Tûtal Ozbey, anî ziman ku ew her sê xwişk li Rihayê zanîngeh xwendine û piştî kutakirina zanîngehê dest bi kar kirine. Tûtal, da zanîn ku xwişka wê û kujer Gulel li cihê kar hev du nas kirine û nêzî 2 salan hevalên hev bûne, lê Gulel di wî du salî de bi jineke din re zewiciye û paşê dev ji hevjîna xwe berdaye. Tûtal got: "Gulel, tim bela xwe di xwişka min dida. Bekîr Gulel berê pêgirtiyê tiryakê bû. Tedawî bûbû û derman dixwarin. tim çek pê re bû. Xwişka min bi soza zewacê eware dikir. Gava xwişka min xwest dev jê berde, rabû wê kuşt."    NE QEZA CINAYET E   Tûtal, ragihand ku polîsan xebera mirina xwişka wê dane bavê wê û wiha domand: "Polîs, ji bo bavê min neqilqile jê re gotin 'keça te qeza kiriye.' Gava bavê min telefonî me kir û got, wê çaxê min fêm kir ku ne qeza ye. Ji lew re tim çek bi vî kesî re bû. Min hîs dikir ku dê tiştekî bîne serê xwişka min. Em çûn enxweşxaneyê û gava me li otopsiya ewil mêze kir, me dît ku ji hêla çepê ve bera paş stuyê wê daye. ATK bi îhtimala gumanbaria xwekuştinê, pirsî bê ka kîjan destê xwe diemiland. Me jî got, xwişka min destê xwe yê rastê diemiland. Hin çapemenî wekî qezayê ragihandin. Lê ne qeza ye. Bekîr, kesekî tahdekar bû. Ev kes, kesekî ji malbatên zengîn ên Rihayê bû. Dibe ku bi pereyê xwe ser bûyerê bigire. Niha li ser dosyeyê biryara veşarî heye û otopsiya ewilî nedan me. Lê me raporê dît."    Xwişk Şeymanûr Tûtalê jî anî ziman ku Gulel berê jî tahdeya fizîkî û derûnî li xwişka wê kiriye û car carinan li ser çavê xwişka xwe dewsa derban dîtiye û axaftina xwe wiha domand: "Tahde li xwişka min kiribû, dest danîbû ser telefona wê. Giriyabû û makyaja wê herikîbû. Serçavê wê werimîbû. Min peyyam ji Bekîr re şand, min jê re got tu çawa tiştekî wiha tînî serê xwişka min. Bekîr got, 'min şaşî kiriye.' Hê jî peyam li cem min in. Xwişka min yeke pir rûken bû. Bekîr ji hevala xwişka min N.'yê re gotiye 'Ez wisa difikirim ku Hesret dixapîne. Heger tiştekî wisa kiribe, ez ê nehêlim li Rihayê bijî, ez ê bera serê wê bidim.' N.'yê jî gotiye 'Qethiyen Hesret tişteî wisa nake.' N.'yê di şînî de ev tişt ji me re got. Dê li dadgehê jî bibe şahid. Em edaletê dixwazin. Li vî welatî qîmeta jinan tune ye. Kesên wiha jî bi perê xwe bawer in û li nav me bi rihetî digerin."    ‘MIN BI DESTÊN XWE KEÇA XWE ŞÛŞT'   Dayik Hediye Tûtal jî dubar kir ku her sê keçên wê li Rihayê zanîngeh xwendine û li wir bi hev re mane. Dayik Tûtal, anî ziman ku mehek berê bi soza ku dê Gulel bi keça wî re bizewice hev di nas kirine û got: "Piştî ku min helwesta Bekîr a ji bo keça xwe bihîst, min nexwest keça min pê re bizewice. Min keça xwe şand Stenbolê cem xalê wê. Min jê re got, heke bivê li wir bixebite, xanî bigire, ez ê jî werim. Neyta min, min keça xwe ji wî kesî dûr bixista. Hat daweta keça min Elanûrê. Di dawetê de çek şixuland. Em ji ber vê nerihet bûn. Paşê me bihsît ku keça min jî kuştiye. Em çûn Rihayê û ez li morgê leqayî cenazeyê keça xwe hatim. Ev ji bo min mirin bû. Min cenazeyê wê bi destên xwe şûştin. Canê wê, zendên wê û destên wê reş bûbûn. Kifş bû biq undaxa çekê li pişta wê û serê wê xistiye. Dewsa fîşekê û dewsa derba li pozê wê xistibû jî hebû. Gava min keça xwe hemêz kir, destê min xwîn bû."   TÊKOŞÎN   Dayik Tûtal, anî ziman ku dê li ber vê tahdeya li keça wê hatiye kirin bêdeng nemîne û bitêkoşe. Tûtal, di dawiya axaftina xwe de got: "Ez li wir qehr bûm. Çawa tiştekî wiha dike. Çima cenazeyên jinan tim ji deverina tên. Ji bo ev zilam bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim. Min bi tahb û rebenî keçên xwe mezin kirin. Ji bo malbata xwe xebitîn. Heya ji destê min bê ez ê serî li her derî bidim. Min bi destên xwe cenazeyê keça xwe şûşt. Ez ê qet ji bîr nekim."   MA / Ayşe Surme