Li Stenbolê jinek hat kuştin 2021-09-28 14:10:07   STENBOL - Xebatkarê agirkujiyê Sebahattîn Can, li navçeya Esenyûrtê, hevjîna xwe Melîke Can kuşt.    Xebatkarê agirkujiyê Sebahattîn Can (36) ê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê dijî, hevjîna xwe Melîke Can (28) kuşt. Kujer Sebahattîn Can pişt re derket derve û wiha qîr kir: “Min hevjîna xwe kuşt li polîsan bigerin.” Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tespît kirin ku Melîke Can jiyana xwe ji dest daye.    Kujer hat binçavkirin û wî sewqî edliyeyê kirin.