Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin 2021-09-25 10:12:09 STENBOL - Endama EŞÎK’ê parêzer Yelda Koçak, bertek nîşanî biryara Şûreya Dewletê ya redkirina serlêdana li dijî betalkirina Peymana Stenbolê ya 84 roj şûnde, da û got: “Em ê vê biryarê îtîraz bikin. Dibin dereng ragihandina biryarê de, ‘pêvajoya bazarkirinê’ heye.”    Peymana Stenbolê ya ku gotarên li ser pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan dihewîne, di 20’ê Adarê de, bi biryarnameya Serokkomare AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû fesxkirin. Rêxistinên jinan, partiyên muxalîf û rêxistinên civak sîvîl, têkildarî Peymana Stenbolê nêzî 200 îtîrazan serî li Şûreya Dewletê dan. Daîreya 10’emîn a Şûreya Dewletê, di 28’ê Hezîranê de, tenê serlêdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener red kiribû. Lê, derket holê ku Şûreya Dewletê, di heman dîrokê de serlêdanên din jî red kirin û piştî 84 rojan ev biryara xwe ji saziyên pêwendîdar re ragihandiye.   Piştevaniya Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) di 21’ê Îlonê de, derbarê mijarê de daxuyanî da bû û diyar kiribû ku Şûreya Dewletê 84 rojan mafê wan ên îtîrazê asteng kiriye.    Endama EŞÎK’ê parêzer Yelda Koçak, biryara Şûreya Dewletê ya ku piştî 84 rojan hat ragihandin ji ajansa me re nirxand.   200 SERLÊDAN   Koçak, bi bîr xist ku piştî fesxkirina peymanê, gelek serlêdan ji bo Şûreya Dewletê hatin kirin û wiha axivî: “Di 1’ê Tîrmehê de peyman hat rakirin. Gelek rêxistinên jinan berê vê dîrokê bang li Şûreya Dewletê kirin û xwestin vê rewşê bi lezgînî lêkolîn bike. Lê Şûreya Dewletê, di 28’ê Hezîranê de, tenê daxwaza ‘rawestanan rêvebirinê’ ya di dosyayekê de red kir û ev bi çapemeniyê re parve kir. Lê belê, di vê pêvajoyê de, me nekarî di 200 serlêdanan de biryara redkirinê bibînin. Yanî ji me re nehat ragihandin ku serlêdanên me hatiye redkirin.”    'MAFÊ ME YÊ ÎTÎRAZÊ XITIMAND’   Koçak, da zanîn ku danezana biryara redkirina serlêdana wê jî ji bo wê nahtiye dayîn û wiha got: “Piştî 84 rojan danezana biryarê ji bo me hat. Bi vê awayî mafê me yê îtirazê ya li dijî biryara redkirinê 84 rojan hat astengkirin. Ji ber ku danezana biryara redkirinê ji bo me dereng hat dayîn, me nekarî em li Desteya Daîreya Şûreya Dewletê ya bilindtir îtîraz bikin. Pêvajoya mafê me yê îtîrazkirinê xitimandin. Di rastiyê de dixwazin, rêya têkoşîna hiqûqî ya jinan jî bi vî awayî bixitimîn in. Daîreya 10’emîn a Şûreya Dewletê vê rêyê dixitimîne. Şûreya Dewletê bi vî awayî li dijî qanûn û hiqûqê tevdigere û nêz dibe.”   DÊ ÎTÎRAZ BIKIN   Koçak, dest nîşan kir ku tevgerên jinan bi êrişek mezin re rûbirû ne û wiha bi dawî kir: “Tevgera jinan di pêvajoyekek bi rûbirûbûna êrîşekê re derbas dibin. Xebatên me yên li dijî vê tekoşîna xwe mezintir kirin û pêşde gav avêtin, hene. Plan û programên me yên derbarê van xebatan de jî hene. Em ê di rojên pêş de, salnameya xebatên xwe bi raya giştî re parve bikin. Di heman demê de, em ê vê biryarê îtîraz bikin û dibêjin, dibin dereng ragihandina biryarê de, ‘pêvajoya bazarkirinê’ heye. Em ê vê yekê qebûl nekin.”   MA / Dîren Yurtsever