Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin 2021-09-23 11:39:42   WAN -  Danişîna doza derbarê gardiyan Halîl Îbrahîm Sert ê ku Dîlan Toptaş qetilkir de hatibû vekirin, hat taloqkirin.   3’yemîn danişîna doza derbarê gardiyan Halîl Îbrahîm Sert ê di 29’ê Tebaxa 2020’an de, li navçeya Artemêt a Wanê Dîlan Toptaş qetil kir de hatibû vekirin, hat dîtin. Danişîna Sert li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Sert ê bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” û “Delîl ji holê rakirinê” tê darizandin, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Malbata Dîlan û parêzerên malbartê di danişînê de amade bûn.    ‘SÛCÊ XWE VEDIŞÊRE’   Parêzerên Toptaş, parastin kirin û wiha goti: “Bersûc sûcê xwe ji roja ewil de vedişêre û hewl dide ser komkujiya ku kiriye bigire. Em dixwazin girtina bersûc dewam bike û cezayê girtîgehê lê bê birîn.”    Dozger dûre mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest girtina bersûc dewam bike.    Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina gardiyan Sert dewam bike û danişîn taloqî 2’yê Mijdarê kir.