Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye 2021-09-04 16:21:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza ji du sucdariyên cuda derbarê Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan de hatiye vekirin, wê di 13’ê îlonê de bê dîtin.    22’yemîn danişîna doza bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de hatiye vekirin wê di 13’ê îlonê de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. TJA'yê derbarê Ayşe Gokkan de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev parvekirin kir: “Dê rûniştina berdevka me ya demê Ayşe Gokkan a parastina wê ya bi kurdî tê astengkirin, di 13'ê Îlonê de saet di 10.30'an de were dîtin. Em ê di 13'ê Îlonê de bên gelhev û wekî Ayşeyê bibêjin "Em kurd in, jin in, mafdar in.”