Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin 2021-08-27 20:50:41 AMED- Meral Daniş Beştaş a HDP'î ku di hevdîtina jinan de axivî got: "Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîd, qirkirina jinê, bişavtin û nîjadperestiyê bidome û em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bitac bikin."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Jin li dijî şer, talankirinê, tecrd û nîjadperestiyê aştiyê diparêzin" li navçeya Sûr a Amedê li Tac Mahal Cafeyê hevdîtineke jinan li dar xist. Li kafeyê pankarta li ser "Jin li dijî şer, talankirinê, tecrd û nîjadperestiyê aştiyê diparêzin" nivîsandî hat daliqandin û dowîzên li ser "MUxaabê aştiyê Îmralî ye" û "Tecrîd sûc e" nivîsandî hatin hilgirtin. Aktivîstên Tevgera Jina Azad (TJA), Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Meclîsa Jina ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Dayikên Aştiyê û Jina Ciwan a HDP'ê û Komeleya Jinê ya Rosayê tevli hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de dirûşmeya "Jin jiyana azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin bezkirin.    Di hevdîtinê de ewilî Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: "Em tenê ji bo jinên kurd natêkoşin, em ji bo hemû jinan têdikoşin."    Beştaş, bilêv kir ku ji bo li seranserê cîhanê demokrasiyê ava bikin têdikoşin û got: "Têkoşîna jinên kurd, bê têkoşîneke navneteweyî. Di vî warî de dixwazin jinên bedêl dane silav bikim. Em hemû bi çavkaniya pirsgirêkan dizanin. Zext, bişavtin, înkarkirin û asîmlasiyon her roj zêde dibe. Birêz Ocalan 22 sal in bi rêbazeke taybet di Îmraliyê de tê ragirtin. Yek ji sernavên girîng ê têkoşîna jinan jî têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Hea jin azad nebe, civak azad nabe. Heger nîviyê civakekê kole bin, û tahde hebe, nîviyê din çi qasî bêje ez azad im jî, lê civak ne azad e. Heya aştî neyê û tecrîd ranebe, dê pirsgirêk çareser nebin."    'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI AŞTIYÊ BITAC BIKIN'    Beştaş, kesên ku dema tecrîdê dinirxînin tenê li ser gelê kurd disekinin rexne kir û got: "Ev bîrbiriyeke şaş e. Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan tenê kurdan temsîl dike. Ocalan, hemû gelan temsîl dike. Dê bi çareserkirina pirsgirêka kurdî re aştî bê. Me ev tişt di navbera 2011-2015'an de ceribandin. Birêz Ocalan ev tişt gotin. Lê belê serdestan ev aştî ji holê rakirin. Niha jî radibin dibêjin 'HDP ev pêvajo bi dawî kir.' Ji hêlekê ve tahdeyê dikin, li hêla din jî dibêjin 'ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em in.' Madem wisa ye, we çi kir? We siyasetmedarên jin dîl girtin, li Konyayê malbatek hat qetilkirin. Hûn tenê ji bo rayan nêzî kurdan dibin. Civaka Tirkiyeyê, gel kurd ne di etra wan de ye. Çareserkirina pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk pêkan e. Ocalan got, 'Firsendê bidin, ez ê di hefteyekê de çareser bikim.' Lewma divê em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin. Me ji bo têkoşîna xwe bi aştiyê bitac bikin da ser rê."    Beştaş, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda dane destpêkirin û got: "Divê m jî li derve têkoînê bilidn bikin."    Piştî axaftina Beştaşê, koma muzîkê ya Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê çû ser dikê. Hevdîtin bi konserekê bi dawî bû.