'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in' 2021-08-22 09:03:57   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên jinan ku li dijî xetereya Talîbanê ji bo piştevaniya bi jinên afxan re bang kirin, anîn ziman ku berpirsiyarê tahde û komkujiyên gengaz welatên emperyalîst in.    Piştî Afxanîstan ket bin kontrola Talîbanê, êrîşên li ser jinan û qanûnên wê yên derbarê jinan de, li bara jinên cîhanê bû cihê fikarên mezin. Ji ber vê li gelek welatan jin daketin qadan. Yek ji bajarên ku jin daketin kuçeyan jî Îzmîr bû.    Endama Cadûyên Kampusê ya Îzmîrê Sabriye Akkûl, destnîşan kir ku piştî welêt ket destê Talîbanê tu ewlehiya jinan nemaye û got: "Talîban, rêbaza şerîatê esas digire. Ji ber vê dê gelek mafên jinan bên binpêkirin. Dê mafên wan ê jiyanê ji dest wan bê girtin.    Akkûl, bilêv kir ku heger bi destê Talîbanê tiştek bê serê jinan, berpirsiyar hêzên emperyalîst in. Akkûl, bang li jinên cîhanê kir ku ji bo jinên Afxanîstanê serhildanê bilind bikin.    'CÎHANÊ ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'    Endama Jinên Bi Hev Re Bihêz in Maîle Evîn Ariç jî bilêv kir ku rojên zehmet li pêşiya jinên afxanin û Talîban dixwaze bi qanûnên şerîatê jinan bike kole û got: "Em bi paşeroja Talîbanê dizanin. Li Afxanîstanê rojên xweş ne li benda jina ne. Talîban, profîleke jinan a koletiyê jê re bike dixwaze. Welatên cîhanê hemû vê yekê ji nedîtî ve tên. Heger Talîban tahdeyê li jinan bike û wan qetil bike, berpirsiyar hemû welatên cîhanê ne û dê şirîkê vî sûcî bin."    Endama Meclîsa Jina ya KESK'ê ya Îzmîrê Dîlek Kanlibaş Demîr jî destnîşan kir ku bi hatina Talîbanê re destkeftiyên jinan ên bîst salî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne û got: "Hatina Talîbanê, tê wateyya ku rojên tarî li pêşiya jinan e. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, divê tu kes li ber zilma li jinan tê kirin bê deng nemîne."    Rêvebira Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Jinê ya Evka ya Bûcayê (BEKEV) Hatîce Corûk jî anî ziman ku tiştên li Afxanîstanê diqewimin bi fikar dişopînin. Corûk, destnîşan kir ku heger tiştek bê serê jinan berpirsiyar welatên kapîtalîst in û divê ji bo jinên afxan her der bibe qada berxwedanê.