Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan 2018-02-08 14:45:01 EFRÎN - Kongreya Star a Efrînê, li dijî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê bang li hemû jinên cîhanê kir û got: "Em bang li xwişkên xwe yên cîhanê dikin. Divê bi lezgînê hûn bikevin nava tevgerê." Kongreya Star, diyar kir  ku dê îşev saet 20.30'an de dest bi kampanyeye #WomenRiseUpForAfrin bikin.  Rêveber û Endamên Kongreya Star a Efrînê li navenda bajêr a Efrînê kom bûn û bang li jinên cîhanê kirin ku piştgiriyê bidin Efrînê. Jinan dovîzên bi kurdî, erebî û Îngîlîzî yên "Her der Efrîne" û "Bila jinên cîhanê rabin ser piyan" hilgirtin. Daxuyanî bi kurdî, erebî û îngîlîzî hat dayîn. Li ser navê jinan Fatma Lekto, Hevîn Hiso û Aytan Îsa daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ji 20’ê Çileyê 2018’an ve TSK û komên girêdayî wê bi dijwarî êrîşî Kantona Efrînê dikin û wiha gotin: “Bajar, gund, niştecih û wargehên penaberan bi armanca penaberkirina nişteciyên Efrînê û dagirkirina herêmê şev û roj bi belafir û topên TSK’ê bombebaran kirin. Arteşa Tirk cihên pîroz ên ibadet û dîrokî jî dixe armanca êrîşên xwe. Lihemberî van binpêkirinên mafên navneteweyî, komkujî û sûçên şer, dewletên saziyên navneteweyî heta niha bêdeng in. Di heman demê de TSK û komên çete yên hevkarên wê bi taybet dixwazin qirkirinek hovanê li ser jinan pêk bînin.”   ÊRÎŞÎ PERESTGEHA ÎŞTARÊ KIRIN   Jinan di daxuyaniya Kongreya Star a Efrînê de wiha berdewam kirin: “Erdogan armancên êrîşa xwe ya li dijî Efrînê weke pêngava dagirkirinê axa Bakûrê Suriyê û tunekirina pergala Xweseriya Demokratîk eşkere kiriye.  Dewleta Tirkiyeyê li kêleka êrîşên xwe yên nijadperest, olperest û zayendperest hewl dide şopên dîroka jin û çanda xwedavendên li herêma me ya heyî tune bike. Efrîn yek ji şûnwarên herî kevinar yên xwecihbûnê û şoreşa çandiniyê yên li Kevana Zêrîne. Jin roleke pêşeng di vê pêvajoya dîrokî de lîstîne û jiyanek li ser bingeha wekheviyê avakirine. Loma ev serdem weke şoreşa yekemîn a jinê tê binavkirin. Di mîrateya gelên herêmê de Xwedavenda Îştar weke sembola çanda hevbeş hatiye dîtin. Li Parastgeha Ain Dara ku b.z 3000 sal li gelek cihên Efrînê şopên çanda kevnar a Îştarê hatine parastin. Bi bombebaran kirin û rûxandina Parastgeha Îştarê re Dewleta Tirk hewl dide serdestiya xwe ya faşîst û zayendperest li ser jin û gelan ferz bike.”   ‘TÊKOŞÎNA  ME LI DIJÎ HEMÛ HOVÎTIYÊN CÎHANÊ NE’   Jinan, da zanîn ku weke jinên Efrînê ji bo parastina mîrateyên xwe yên şoreşa jinê bi biryarin û wiha domandin: “Bi vîn û israr em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî her cûre zilm, koletî û dagirkeriyê bilind bikin û şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa xwe serbixin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jin rolek pêşeng di binxistina terora DAIŞ û êrîşên dagirkeran leystine. Lenhengên jin ên mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ji tevahî jinê cîhanê re bûn mînakên kesayeta jina azad. Jin di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de xwedî kedek mezin in. Dîsa me saziyên xwe yên xweser weke komîn, encûmen, akademî û kooperatîfên jinê di qada civakî de avakirin û hêzên parastina jinê bi rexistin kirin. Me dît ku çeka me ya herî xurt hevgirtina jinan e. Li ser vî bingehê me hêz, yekitî û vîna xwe pêşxistin. Em îro dibînin ku bi deh hezaran jin ji bo parastina ax, jiyan û pêşeroja xwe a li Efrînê çek rakirin. Berxwedan û têkoşina jinên YPJ’ê, Asayişa Jin û Parastina Jinê beşek ji berxwedana jinên cîhanê li hemberî hemû rengên hovîtî, dagirkeriyê, kuştina jinan û faşîzmê ne.”   'TÊKOŞÎNA HEVBEŞ A JINAN DÊ BIBE ÇEKA HERÎ XURT'    Jinan di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Li hemberî binpêkirinên zagonên navneteweyî û mafên mirovan ku li pêşiya çavên tevahî cîhanê li Efrînê diqewimin, peşxistina hevgirtin û têkoşîna hevbeş a jinên cîhanê wê bibe çeka me ya herî xurt. Bi rabûna jinan li ser şopên Xwedevenda Îştarê em e pergala şer û desthilatdariya zilam ji holê rabikin. Em banga tevahî jinên azadixwaz yên cîhanê dikin: Ji bo parastina nirxên mirovahiyê, Rabin Ser Piyan ji bo Efrînê! Werin, em e hevkarî û çalakiyên xwe xurt bikin ta ku em şoreşa jinê li tevahî cîhanê belav bikin!”   Jinan di dawiya daxuyaniya de bang li hemû xwişkên xwe yên cîhanê kirin ku bi lez bikevin nava tevgerê û kampanyeya twîtterê ya hesaba #WomenRiseUpForAfrin dan destpêkirin.  Kampanya îşev saet di 20:30'an de dest pê dike.    Ji bo pêwendiyê jî ev adres hat dayîn: E-Mail: r.women.d@gmail.com - Tel/Whatsapp: 00963998411674