Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin 2021-08-09 13:33:35   ANTALYA - Li navçeya Kumluca Alî Alataş, Gulcan Kilinç a hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kirin.    Li Taxa Yenî ya girêdayî Kumluca ya Antalyayê Alî Alataş, bi çekê êrişî Gulcan Kilinç a ku hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç kir. Ekîbên tenduristiyê yên li ser ixbara hat kirin hatin cihe bûyer, dan zanîn ku Gulîzar Kilinç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye.Gulcan Kilinç a bi giranî birîndar bibû jî, di dema rakirin nexweşxaneyê de, di ambulansê de jiyana xwe ji dest da.    Kujer Alî Alataş piştî qetilkirina her du jinan, ji cihê bûyerê reviya. Alataş piştî demekê hat binçavkirin û wî birîn Miduriyeta Polîsan.