Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin 2021-07-28 14:03:49   KOCAELÎ - Serap Avci ya ku ji aliyê zilamê hev berdabûn ve bi saetan tundî û îşkence lê hat kirin, bi vîdeoyekê tiştên jiyan vegot û alîkarî xwest.   Serap Avci ya li Kocaeliyê dijî, bi saetan ji aliyê zilamê bi navê B.E. yê hev berdabûn ve hat îşkencekirin. Hat tespîtkirin ku Avci ya rakirin nexweşxanê, xwîn jêçû. Faîlê bi zorê ket mala Avci, zaroka rayeya wê gel dayika wê bû, revand û serwinda bû.    Avci ya li nexweşxanê tê dermankirin, bi telefonê vîdeoyek kişand û diyar kir ku malbata faîl û hevalên wî, gefa kuştinê li min dixwin. Avci, herî dawî xwest dengê wê bê bihîstin û banga alîkariyê kir.