CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin 2021-07-28 11:58:06   ENQERE - CFWIJ, li dijî tundî û zexta polisan a dema kar a li ser rojnamegerên jin kampanya îmzeyan da destpêkirin.    Di demên dawîn de polis, dema şopandina nûçeyan rojnamegerên jin rast e rast hedef digirin, li dijî wan hêzeke bêkontrol bi kart înin û êrişa fîzîkî li wan dikin. Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ), li dijî van pêkanînên polisan ên li dijî rojnamerên jin kampanya îmzeyan da destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllari, Fîlîz Kerestecîoglû, Serpîl Kemalbay û Zeynel Ozen û Parlamenterên CHP'ê Alî Şeker û Tûran Aydogan û gelek parêzer û aktîvîstên jin jî piştgirî dan kampanyayê.    Kesên ku bixwazin piştgirî bidin kampanyayê dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin kampanyayê: "https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSevql6XQ5gRJ7QXYU6cG0OGv5ghmxYDtj9ukVtiHK6MzRgpIQ/viewform"