Çîrokek têkoşînê 2021-07-26 10:41:37   ENQERE - Parêzer Gulnîhal Agirer a ku hevjînê wê yê hev berdabûn zaroka wê qetil kir û xwest bi vî awayî wê sûcdar nîşan bide û ceza bike, diyar kir ku ew bi hevgirtin û têkoşîna jinan li ser piyan ma.   Zilamên ku di demên dawî de, li her qadê tundiya li jinên dikin, ji bo ku wan ceza bikin û sûcdar nîşan bidin, serî li rê û rêbazên cuda didin. Di hedefa van rê û rêbazên zilaman de, zarok hene. Zilamên ku têkoşîna hebûna jinan weke gef ji bo xwe dibînin, bi xwe re zarokên xwe re dikujin. Bi vî awayî armanc dikin ku jinan ceza bikin û her tim xwe sûcdar hîs bikin. Li Baybûrtê, zilamekê ku wî hevjîna xwe hev berdan û rayeya zarokan dan hevjîna wî, di 20’ê Kanûna 2020’an de ewil du zarokên xwe qetilkirin û dûre întîhar kir. Dîsa karsaz Cuneyt Yilmaz li Stenbolê, di 22’yê Nîsanê de, piştî ku keça xwe ya 14 salî Zeynep Yilmaz qetil kir, întîhar kiribû. Di nameya li paş xwe hiştibû de jî, hevjîna xwe sûcdar nîşan da bû.    ÇÎROKEK TÊKOŞÎNÊ   Yek ji jinên ku tê xwestin bi tunebûna zarokan, bên ceza kirin Arîkara Serokê Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqerê Gûlnihal Agirer. Zilamê ku hev berdabûn, di Kanûna 2020’an de, keça xwe digire ba xwe û întîhar dike. Zilamê ku keça xwe jî bi xwe re dikuje, di nameya li paş xwe de dihêje, Agirer sûcdar nîşan dide. Agirer, ji vê bûyerê bandor dibe, bi piştevanî û têkoşîna jinan li ser piyan dimîne.    Agirer a di sala 1984’an de, ji dayik dibe, ev 11 salin parêzertiyê dike. Agirer di sala 2015’an de di zewice û piştî salekê keçek wan çêdibe.   Agirer, pêvajoya xwe ya zewacê, tiştên ku jiyan û têkoşîna bi rêve bir de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    PÊVAJOYA HEV BERDANÊ   Agirer, da zanîn ku dema wê û hevjînê wê hev berdan zaroka wan 2 sal û nîv bû û wiha axivî: “Di navbera me de, nîqaş û şer derdiket. Min nexwest zaroka xwe di vê rewşê de mezin bikim. Dûre me biryar da ku em hev berdin. Me hev berda. Dûre pandemî ket navberê. Ji bo ku zaroka xwe bibîne her tim dihat malê. Çi demê bixwesta dikarî bê zaroka xwe bibîne. Ji bo ku keça min bê bav  mezin nebe min destûr didayê.”   NAMEYA ÎNTÎHARÊ   Agirer, roja întîharê wiha vegot: “Rojek berî sala 2021’an, xwest kaçe xwe bibe mala dayika xwe. Wesayîta min ji min xwest. Dûre ji min re got, ‘piştî sersalê ezê ji xwe re kar bike û ji bo hevdîtina kar jî ezê biçe Stenbolê. Dibe ku carek din nekare pîrika xwe bibîne. Ezê ji vir û şûn de, ji bo te bibim hevalek baş û ji bo keça xwe jî bibim bavek baş.’ Min ev yek qebûl kir. Dûre bi hev re li wesayîtê siwar bûn û çûn. Min li pişt wan destê xwe li wan li ba kir. Ji bo sersalê min qurabî amade dikirin. Di vê navberê de eskeran bi telefonê li min geriyan. Li ser rêya Gulbaşî, ji paşve li TIR’ê xistibû. Roja din me li malê nameya wî ya întîhar dît.”   JI BO CEZA BIKE…   Agirer, da zanîn ku di nameya paş xwe hiştibû de ew sûcdar nîşan da bû û wiha bilêv kir: “Di nameyê de behsa hinek gumanên xwe kiribûn. Ji wî re nerehet bû ku ez weke jinekê çawan dikarim zarokek mezin bikim û li ser piyên xwe bisekinim. Armanca wî ew bû ku jiyana min perîşan bike, da ku ji jiyaneke min a xweş çênebe. Piştî întîharê min rojên zor û zehmet derbas kirin. Ez hîna jî zoriyê dikêşim. Piştî bûyerê piştevaniya ji bom in hat kirin, ji bo min pir girîng bû. Mirov ê êşê hîs dike. Hêvî dikim ku li cîhanê, tu kes vê êşê nejî. Di vê pêvajoyê de min hîs kir ku ez ne bitenê me. Ji bo ku ez karibim vê rewşê derbas bikim, min xwe da karê, xebatên jin û zarokan. Ez niha di Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqerê de dixebitim. Ez hîsekê baş dide min.”   OZSAVUNMA ŞERTE   Agirer, da zanîn ku di salên zanîngehê de têkoşîna jinê nas kir û wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim ji jinan re bibim alîkar. Divê jin bi mekanîzmayên xwe parastinê, xwe bi hêz bikin û sînorên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê xwe parastin şerte. Ji bo vê piştevanî pir girînge. Min zanî ku ez ne bi tenê me. Heya ku em piştgiriyê bidin hev, em ê bijîn. Emê wê demê karibin, jiyan û cîhanek hîn xweştir ava bikin.”   MA / Zemo Aggoz