Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin 2021-07-22 09:00:10 WAN - Rabîa Behçet û dayika wê Nesîbe Siginç ku li Edliyeya Wanê polîsan li wan xist, giliyê polîsan kirin.     Li Wanê Rabîa Behçet ji bo dev ji hevjînê xwe berde tevî dêya xwe çû edliyeyê. Li edliyeyê polîsan li wê û dêya wê tevde xistin.   Behçet û dêya xwe Nesîbe Siginç, di 7'ê Tîrmehê de çûn Edliyea Wanê û xwestin hevdîtinê bi dozger re bikin. Lê polîsan nehişt hevdîtinê bikin. Behçet jî bertek nîşanî polîsan da. Ji ber ku Behçet got "Li vira edalet tune ye, li vir li benda edaletê nesekinin" polîsên li ber derî ew binçav kirin.    LÊXISTIN   Behçet, bilêv kir ku piştî hatiye binçavkirin destên wê bi sendelyeyê ve hatine kelemçekirin û her çi qas ji polîsan re gotiye dermanan bi kar tîne û ji ber derûniya xwe tedawî dibe jî, polîsan guh li wê nekiriye û tahde lê kirine. Behçet, diyar kir ku polîsan heqaret jî lê kiriyye û got: "Heqaret kirin. Pê êşiyam. Ji xwe ve çûm. Gava bi xwe ve hatim, min dît polîs li dêya min dixin. Ji bo lênxein, min xwe avêt wan, lê guh li min nekirin. Paşê ji bo e bibin nexweşxaneyê, em li wesayîtê siwar kirin. Di hundirê wesayîtê de bêtir nerihet bûm. Lê mudaxile nekirin. Piştî me birin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê a Herêmê, bijîşkan em li odeya ku polîs lê bûn muayene kirin. Milê min reş bûbûn, lê di raporê de wekî 'dewsa kelemçeyê' nivîsîn. Rapora derbkirinê nedan me û me birin qereqolê. Piştî îfadeyê em berdan."    3 SAETAN LI SER ÇOKAN HIŞTIN    Siginç jî anî ziman ku polîsan li odeyeke bêkamera li wan xistine û got: "Li odeyê nêzî 3 saetan em li ser çokan hiştin. Her derê min reş bû. Ji ber vê bi rojan e xew bi çavên min nakeve. Dixwazim ev mexdûriyeta me bê bihîstin."    GILÎ KIRIN   Siginç û Behçet, piştî hatin berdan çûn nexweşxaneyeke taybet û rapora derbkirinê wergirtin û giliyê polîsan kirin. Siginç û Behçet serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê jî dan û doza alîkariya hiqûqî kirin.    MA / Dîndar Karataş