Jiyaneke li dû azadiyê 2021-07-16 10:45:53   ÎZMÎR - Nav û rabirdûya xwe ji yên ku li ber xwe didin girt. Dema ku bi navê berxwedana Denîz Gezmîş ku wî nedîtiye dijiya, cesareta xwe jî, ji Rahşan Demîrel girtibû.    Weke ku tê zanîn navçeya Konakê ya Îzmîrê tenê 2 û nîv kilometre dûrî navenda bajêre. Gava ku mirov diçe Kadîfekale ya Berî Mîladê (B.M.) di sala 334’an ji aliyê Îskenderê Mezin ve li navçeya Konakê hatiye avakirin û pişta xwe dide kelehê, hemû bedewiya bajarê Îzmîrê li pêş mirov xuya dike. Ev cih û warê dîrokî Kadîfekale niha ji ber xizantiyê û di bin navê “Veguherandina bajarvaniyê” de ku ji sala 2010’an ve dest bi hilweşandina wê hatiye kirin, li ber xwe dide.    DU JIN YEK MEKAN    Kurdên ku ji ber pirsgirêka Kurd a bi salane dewam dike, neçar man ku di salên 90’î de koçî vê herêmê bikin, niha hejmar wan pir kêm bûye. Ji sedî 90 welatiyên ku di xaniyên serobero de dijîn, debara xwe bi firotina dolmên midye dikin. Li taxa ku ez cara yekem hatim, çavên min li keleha ku bîranînek bi çîrokên xwe temsîl dike digerin û ez hêdî hêdî ber bi mala Denîz Poyraz a lê ji dayik bû û mezin bû dikevim rê.    Gava ku ez di rêyên hevraz û bi derence de daketim, çîrokên digihin hev ên Denîz Poyraz û Rahşan Demîrel hatin bîra min. Gelo ev rasthatinek bû yan "neheqiya ku çarenûsa gelê ku ew jê  çêbûne" bû ku wan anî ba hev? Berî ku bên dinê wan çarenûsa xwe ji gelê girtibûn. Çawan ku çavên xwe vekirin, tercîh kirin ku li dijî bêedaletî û neheqiya li wan tê kirin, têkoşînê tercîh bikin. Dê ji ber vê yekê be ku ew xemilandibûna hêvî û biryardariyê ne.   ZAROK EWIL BÛ   Dema ku em gehiştin mala Denîz Poyraz malbat li dora masayekê rûniştibû û li benda me bû. Malbatê em li salona ku her goşekê wê bi wêneyên Denîz xemilandibûn, pêşwazî kir. Dayika Fehîme Poyraz ku bi rastiya têkoşîna hebûnê ya gelekê  li çavên me mêze dike, bi dengê xwe yê westiyayî qala nuxûriya xwe Denîz dike.   CIWANTIYA HAT DIZÎN   Malbat ji ber zext û zilma dewletê, bi darê zorê ji gundê Xirbêmirîşkê ya girêdayî navçeya Mahsertê ya Mêrdînê koçî Îzmîrê dike. Zaroka yekemîn a malbatê Denîz di sala 1983’an de, li Kadîfekaleyê ji dayik dibe. Denîz herî zêde hez ji strana “Ciwaniya Min Li Ku ye? (Hanî Benîm Gençliğim) û peyva “Aştiyê” dikir. Xeyala wê ew bû ku li dijî polîtîkayên înkar û bişavtinê bibe mamoste. Lê di 17’ê Hezîranê de, ew hat hedef girtin û li welatê ku edalet lê kor û ker bû, hat gulebarankirin. Li dû Denîz malbatek berxwedêr, ciwantî û zarokatiyek jê hat dîzîn ma.    ÎŞKENCEYA LI SER CENAZE   Dayika Poyraz, wê roja reş û tarî ku jiyan li wan kir jehr wiha vegot: “Saet 10.30-11.00 agahî ji me re hat. Gotin avahiya HDP’ê ya bajêr dane ber guleyan. Min fêm nekir ku tiştek li Denîz hatiye. Wê deriyê partiyê vedikir. Ji xwe dûre ji min hat gotin ku jiyana xwe ji dest daye. Ez hîn jî vê bawer nakim. Hevjînê min mala cîranekê me boyax dikir. Ji me bawer nekir. Dûre me çûn ber avahiya partiyê. Gava me çûn, me çi dît û çi nedît. Herî dawî me çûbûn. Me kir û nekir destûr nedan ku em cenazeyê keça xwe bibînin. Tenê lawê min çû herî dawî xwişka xwe dît. Îşkence lê kiribû. Pêşî lingên wê gule baran dike ji bo ku nekare bireve. Dûre gule berdide serê wê. Dema em çûn saziya tipa edlî me cenazeyê wê dît. Mîna ku Denîz nebû. Derp li serê wê xistibû. Ji ber vê serê wê werimî bû. Piştî Denîz qetil dike jî, îşkneceya li ser bedena wê dewam dike. Çiqas kêfxweş im ku ez dayika Denîz im. Xwedê vê êşê nede tu kesî. Ez bi keça xwe serbilindim. Min birînên wê dîtin, av li birînên wê kirin. Lê tu carî ez ne giriyam.”   BÎRANÎNA WÊ YA DAWIYÊ   Dayika Poyraz a ku dema behsa keça xwe dike, qirika wê tije dibe û bi zorê dikare xweziya xwe daqurtîne, bîranîna xwe ya herî dawî ya bi keça xwe re wiha parve kir: “Berî bûyerê şevekê hat malê. Dît ku ez tengav bûme. Ji min pirsa ‘dayê çi bi te hatiye?’ kir. Min jî jê re got, ‘keça min qirika min tije dibe û ez nikarim nefes bistînim.’ Dûre j imin re qehweyek çêkir. Min jê xwest ku li fala min mêze bike. Heya derengiya şevê em bi malbatî bi hevre rûniştin. Wê şevê bêhn tengiya min qet derbas nebû. Serê sibê dema ji malê derket, min wê herî dawî nedît. Bavê wê wê dibîne û bi rê dike. Ji xwe nêzî nîvrojî hat qetilkirin.”   XEYALÊN WÊ YÊN PÊŞEROJÊ   Poyraz, da zanîn ku Denîz hîna 17-18 salî bû tevlî xebatên ciwan bû û wiha rêz kir: “Dilê wê hertim ji bo axa wê lê dida. Têkoşîna xwe dewrî me kir. Pir dixwest bibe mamoste û li Kurdistanê bi zimanê zikmakî zarokan perwerde bike. Xeyalên wê pir bûn û her tim keyfxweş bû. Di saya wê de em li ser piyan man. Mirovek xwin gerim bû.”    RAHŞAN DEMÎREL   Poyraz, diyar kir ku keça wê Denîz ji Rahşan Demîrel pir bandor bibû û wiha bi dawî kir: “Denîz hîna di zarokatiyê de Rahşan nas dikir. Mala malbata hevjînê min û Rahşan Demîrel pir nêzî hevbûn. Hevjînê min di girtîgehê de bû. Ez jî diçûm kar. Min zarokên xwe li ba xwesiya xwe dihiştin. Dema diçû dibistanê Rahşan pora wê şeh dikir. Bi malbatî em dostên hevbûn. Piştî çalakiya Rahşan min navê keçeke xwe kir Rahşan. Denîz ji cesareta Rahşan pir bandor bibû. Di salvegera Rahşanê de, her tim amadekarî dikir, beşdarî xebatan dibû û behsa cesareta wê dikir.”   4 SALAN DI GOÇ-DER’Ê DE XEBITÎ   Mehmet Şîmay ê ku di saziya Goç-Derê ya bi KHK’ê hat girtin de, bi Denîz re xebitî jî wiha qala Denîz kir: “Denîz li gel temenê xwe yê ciwan jî dixwest her tiştî bike. Kesek gelek bi kelecan bû. 4 salan cihê xwe di Komîsyona Jinê ya Goç-Derê de girt. Hêza wê ya rêxistinkirinê hebû. Berî her tiştî heskirina mirovan di dilê wê de pir zêde bû. Her tim dikeniya. Ji pêşerojê pir bi hêvî bû. Ji bo vê her tişt dikir.”   Ji Denîz Poyraz û Rahşan Demîrel a ku li dijî zilmê agirê Newrozê li dû xwe hişt, tenê bîranîna kelehê ye. Ligel hemû bêedaletiyan jî, ne hêrsa li dijî neheqiyê kêm bûye û ne jî têkoşîn kêm bûye.   MA / Pinar Ural