'Tazîkirina cenazeyê jinê îşkence ye' 2018-02-05 09:34:45 STENBOL - Parêzerên jin bertek nîşanî îşkenceya li ser bedena şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ku di êrîşên li ser Efrîn de jiyana xwe ji dest da, dan û gotin: “Bedena cenazeyê jinekê tazî nîşandan, di hiqûqa navneteweyî de sûc e.” Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê didomin. Şervana Yekîtiya Parastina Jinan (YPJ) Mustafa Omer (Barîn KKobanê) ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, leşker û komên OSO yên îşkence li bedena wê ya tazî dirin, bi kamerayan jî dikêşandin. Dîmenên îşkenceyê yên li bedena Kobanê dihat kirin, rastî bertekên tund ên parêzerên jin hatin û li dijî vê rewşê bêdeng neman.    'LI DIJÎ ROMETA MIROVAHIYÊ YE'   Parêzer Ayşe Acînîklî, diyar kir ku înkenceya li ser benda Kobanê hat kirin, rastiya tengavbûna di şer de dide nîşandan û wiha axivî: “Tirsa winda kirin ewqas mezin ku hewl didin şer li ser benda jinekê qezenec bikin. Di 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Varto ya Mûşê, bedena Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) jî tazî kirin û dîmenên wê kişandin. Bi îşkenceyên berî û yên niha, rûmeta mirovahiyê binpê dikin. Divê bertekên bi hêz li dijî vê yekê bên nîşandan. Ev di heman demê de helwestek li dijî azadiya jinê û tevgera azadiya jinê ye. Teqez ev rewş li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev vê rewşê bi tundî şermezar dikin.”   'HESAP DIKIN KU DÊ TESLÎM BIGIRIN’    Parêzer Selîn Yildirim jî, anî ziman ku hişmendiya desthilatdariya zilam a bi pergalê, êdî nikare serî bitewîne û wiha axivî: “Ji ber ku pergala zilam nikare serê jinan bitewîne, serî li pêkanîn û îşkeceyên tundiyê, taciz, tecawîz û teşhîr kirinê dide. Hebûna jina ku bi heman awayî têdikoşe, li dijî wî li ber xwe dide, şer dike û serî radike mijara gotiyenê. Ev tê wateya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Ger jinek wan bikuje, ev ji bo wan tê wateya ku dê neçin cinnetê. Lê ew ji bo biçin cinnete vî şerî dikin. Lê jin mîna li hemû qadan, li wir jî heya dawiyê têkoşîna xwe didome û dê tu carî serî netewîne. Êdî hemû kes vê rastiyê baş dizane.”     Yildirim, da zanîn ku ew ne xerîbê îşkenceya li bedena Kobanê hatine, kirin û wiha bi dawî kir: “Hîna cenazeyê Ekîn Wan li ber çavên me ye. Wisan difikirin ku dê karibin li ser bedena me, me teslîm bigirin, Lê xwe dixapîn in.”   'DIVÊ EM RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ BIXWIN NAVA TEVGERÊ'   Parêzer Rengîn Ergul jî, da zanîn ku îşkenceya li bedena Barîn Kobanê hat kirin, di hiqûqa navneteweyî de mîna sûcê îşkenceyê tê hesibandin û wiha got: “Di hiqûqa navneteweyî de, li Emerîqa û Ewropayê, di hemû belgeyên mafên mirovan de teqez îşkence qedexeye. Îstisnaya vê yekê tuneye. Bedena jinekê tazî nîşandan di hiqûqa navneteweyî de sûc tê dîtin.”    Ergul, diyar kir ku di qadên şer de sûc zêdetir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di qadên şer de bi taybetî tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Hêzên hovan ên Dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bi îşkeceyên li ser mirovan sûc dikin. Bêexlaqiya şer herî zêde êrîşî bedana jinê dike. Divê raya giştî ya navneteweyî li dijî vê yekê rabe ser piyan û hiqûqa navneteweyî bînin cih. Divê hemû cîhan li dijî vê hoviyê de bertekên xwe nîşan bidin. Divê ev hov di dadgehên hiqûqa navneteweyî de bên darizandin. Ji ber vê divê em raya giştî ya navneteweyî bixin nava tevgerê.”