Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin 2021-06-24 13:56:19   ENQERE - Polisan, daxuyaniya ku Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê xwest li pêşiya Şûreya Dewletê bide asteng kirin.   Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê, ji bo ku Biryarnmeya Serokkomariyê ya derketina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin, xwest daxwaznameyekê bide Şûreya Dewletê. Lê polisan jinan asteng kirin û destûr dan ku tenê çend derbasî daîreya Şûreya Dewletê bibin û daxwaznameyên xwe radest bikin. Polisan daxuyaniya ku jinan xwest bidin jî asteng kirin û jinan ji qadê dûr xistin.