Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin 2021-06-06 09:02:03   MÊRSÎN - Jinên di bin banê Kooperatîfa Hayat Agaciyê de li hev kom bûne, hem di warê zayenda civakî de perwerdehiyê didin hem jî berên hildiberînin li çarşî û bazaran difiroşin.    Li Mêrsînê 7 jin hatin gel hev û bi navê Hayat Agaci kooperatîfek ava kirin. Niha di bin banê kooperatîfê de 20 jin dixebitin û berên ku hildiberînin li kuçeyan, li kermesan, pêşangehan û standên şaredariyan difiroşin. Hin jin tiştên xişirî hildiberînin û hin jê jî ji bermayiyan berên nû hildiberînin. Di heman demê de di warê zayenda civakî de perwerdehiyê didin jinan.    Kedkara Kooperatîfa Hayat Agaciyê Zeynep Kaya, destnîşan kir ku heger jin alîkariya hev bikin dê ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin.    HÊZA JINÊ   Kaya, anî ziman ku jin ji bo li hemberî êrîşan karibin li ser pêyan bisekinin, divê di warê aborî de azad bin û ji bo fikra avakirina kooperatîfê got: "Em jinên li malê me karên destkarî dikirin me ji xwe pirsî 'Em ê çawa alîkariya jinan bikin?' Bi vê pirsê me pêvajoyek wiha da destpêkirin. Helbet em di vî warî de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû man û em bi ser ketin."    KOOPERATÎFA JINAN    Kaya, diyar kir ku kooperatîfbûyîn pergaleke li ser asasên civakê ye û xwedî taybetmendiyên demokratîk e û kooperatîfên jinan hîn dorfirehtir in. Kaya, anî ziman ku armanca sereke ya Kooperatîfa Hayat Agaciyê ew ku hişmendiya jinê xurt bike û got: "Di vî warî de ji bo li malê û di nav jiyana bajêr de xurt bin, hay ji mafên xwe yên qanûnî hebin, di warê aborî, civakî û siyasî de xurt bikin em xizmetê dikin û perwerdehiyê didin. Her wiha em dixwazin ji bo jinan hîn bêtir qadan biafirînin da ku karibin hilberînin."   AMADEKARIYA JI BO FÛARÊ    Kaya, anî ziman ku di dema pandemiyê de destûr ji walîtiyê girtine û bi vî awayî xebatên xwe domandine, lê belê bazar tune bûne ku berên xwe lê bifiroşin û got: "Berên me di destên me de man. Gelek hevalên me yên jin mexdûr bûn. Em bi awayekî kolektîf li hemberî pirsgirêkan têdikoşin. Dê di meha Tîrmehê de li Edeneyê fûareke kooperatîfan bê lidarxistin, niha em amadekariyên xwe dikin. Belkî bi vê bêhna me derkeve."    Şehrîban Mîntîlî (71) ku di bin banê kooperatîfê de hildiberîne, xişiran çêdike. Mîntîlî, anî ziman ku heba xişirên ku çêdike di navbera 20-100 TL'yî de ne. Mîntîlî, bilêv kir ku ji ber ku di dema pandemiyê de nikaribûne dezgehên xwe vekin mexdûr bûne û ji bo berên wan bên firotin li benda piştevaniya jina ne.    Zelîha Kaya (41) jî ji kaxezên kevn pitikên folklorîst çêdike. Kaya got: "Armanca me ne, ne ku em amûrekî hazir veguherînin. Em bermayiyan vediguherînin." Kaya, diyar kir ku piltî kooperatîf hatiye avakirin hem hîn dibin hem jî hildiberînin û got: "Tiştên hîn dibim hînî jinên din jî dikim."   MA / Esra Solîn Dal