‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’ 2021-06-05 16:21:17   MUGLA - Jinên ku li dijî feskirina Peymana Stenbolê daxuyanî dan, wiha gotin: “Em serî hildidin, dîroka zilaman nivîsandiye ser û bin dikin û dest ji peymanê bernadin.”   Endamên Kolektîfa Jinan a Muglayê, li dijî feskirina Peymana Stenbolê, li Qada Sinirsizlik a navçeya Menteşeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta xemrî ya “Peymana Stenbolê ya me ye, em dev jê bernadin’ li ser nivîsandî hat vekirin. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin bi hev re bi hêzin”, “Em bêdeng nabin, natirsin, guh nadin” û “Jin jiyan azadî” bez kirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘EM DÎROKÊ SER Û BIN DIKIN’   Endama Kolektîfa Jinan a Mûglayê Işil Bûrcû Kûtlû, daxuyanî da û wiha axivî: “Peymana Stenbolê di saya têkoşîna jinan de hat qezenckirin. Li Meclîsê ji aliyê hemû partiyan ve hatiye qebûlkirin. Em dev ji mafên xwe bernadin û guh nadin tu kesî. Me jinan li dijî pergala serdestiya zilam serî hildaye. Emê serhildana xwe dewam bikin. Dîroka kuz ilam nivîsandiye em ser û bin dikin. Em dengê xwe bilind dikin.”    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’   Dûre wekîla HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û dest nîşan kir ku hêzên serdest hewl didin dengê jinan qût bikin. Kemalbay, bal kişand ser peymanê û wiha got: “Li Tirkiyeyê û cîhanê, peyman di saya têkoşîna jinan de hatiye qezenckirin. Di Peymana Stenbolê de, bergiriyên bi kok ji bo jinan hene. Ji ber vê yekê desthilatdarî, peymana ji bo xwe weke gef dibîne. Jin wê dev ji peymanê bernedin.”    TÊKOŞÎNA BI HEV RE   Parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer jî, da zanîn ku peyman serkeftina jinane û bal kişand ser têkoşîna jinan a bi hev re.