Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir 2021-06-02 11:57:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Mêran li Stenbol, Îzmir û Samsûnê tundî li jinan kirin. Di bûyerên tundiyê de mêran bi tundiyê tecawizî 2 jinan kirin û 4 jin birîndar kirin.    Mêran li Stenbol, Îzmir û Samsûnê tundî li jinan kirin. Mêran di tundiya jinan de tecawizî 2 jinan kirin û 4 jin birîndar bûn.    STENBOL    Li taxa Gaziosmanpaşa Îsmaîl G. tundî li Ayşegul G kir û îşkence lê kir. Ayşegul G., giliyê Îsmail G. kir. Piştre Îsmail G., îfade da û Dadgeha Cezayê Sulhê biryara girtina Îsmail G., da.  Li Navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê jî di sala 2016'an de jokey Ugur Polat li gel hevalên xwe yên jokey Sercan Ç. û Erhan G. tecawizî jinbira xwe N.P. kiribûn. Doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê piştî 3 salan doz bi encam kir. Dadgehê li 3 jokeyan ji bo her yekî 15 sal cezayê hepsê birî. Dadgeha bilind cezayê wan erê kir.    ÎZMÎR    Li taxa Goksu ya Bucaya Îzmirê jî, di maşînê de Volkan D. (32) û Fatma K. Volkan D., bi çekê birîndar kirin. Hat diyar kirin ku hevjînê Fatma K ê berê Volkan û Fatma birîndar kirine.    SAMSÛN    Li Taxa Îlyaskoy a Îlkadim a Samsûnê Hasan V., bi cîranên xwe re niqaş kir û 3 jinên li dora xwe birîndar kir. Polîsan Hasan V., li malê binçav kir. 3 jinên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.