Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin 2021-05-29 13:38:12   ENQERE - Ayşe Tuba Aslan 23 caran serî li rayedarên dewletê dabû û alîkariya parastinê xwestibû. Lê ji ber rayedaran Aslan neparast, Yalçin Ozalpay ew kuştibû. 1'emîn danişîna doza Arslan li Edliyeya Herêmê ya Enqereyê hat dîtin. Dozgerê Dadgeha Îstînafê di danişina dozê de xwest cezayê kujerê Aslan, Yalçin Ozalpay bê daxistin.    Li Eskîşehîrê Ayşe Tuba Arslan a 45 salî ji aliyê Yalçin Ozalpay ê 52 salî ve hatibû kuştin. Tevî ku Ayşe Tuba Aslan 23 caran serî li rayedarên dewletê dabû jî nehatibû parastin û hatibu kuştin. 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bi sucdariya “Kuştina bi zanebûn û bi hisa hovîtî" cezayê heta heta li Yalçin Ozalpay biribû. Li ser îtîrazê doz birin 2'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê. Piştî doz birin Dadgeha Herêmê ya Enqereyê 1'emîn danişîna dozê hat dîtin. Di danişîna dozê de Ozalpay parastin kir û îdea kir ku Arslan ew xapandiye. Dayika Tuba Arslan Meral Sondikme û bavê wê Serdar Arslan jî xwest Ozalpay bi awayekî herî giran bê  cezakirin.    Piştî parastina aliyan, Dozgerê Dadgeha Îstinafê bi îdeaya kujer Ozalpay “neheq tahrîk kiriye" xwest ceza bê daxistin. Piştî dozger xwest cezayê Yalçin Ozalpay bê daxistin, heyetê danişîna dozê taloqî 25'ê Hezîranê kir.    Piştî Ayşe Tuba Arslan, Yalçin Ozalpay berda, Yançin Ozalpay di 11'ê Kanûna 2019'an de Tupa Aslan bi girani birîndar kiribû. Tuba Aslan li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Osmangazî jiyana xwe ji dest dabû. Tuba Aslan 23 caran bi daxwaznameyên cuda serî li rayedaran dabû û xwestibû bê parastin. Lê dîsa jî nehat parastin û hat kuştin.