Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin 2021-05-28 15:26:56   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Umran Batûray ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat beraetkirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Umran Batûray bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî dihat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Batûray li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Batûray û parêzera xwe Semra Balyan li danişînê amade bûn. Dozger xwest Batûray ji her du îdiayan were cezakirin. Parêzer Balyan parastina miwekîla xwe kir, sûcên li ser miwekîla xwe qebûl nekir û xwest were beraetkirin.     Şandeya dadgehê diyar kir ku tewanbariya li ser Batûray ji ber ku ne sabît e biryara beraetê da.