8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn 2021-05-26 09:01:01 MÊRSÎN - Hatûn Koç ku bi awayekî sîstematîk tahde lê hatiye kirin û ji bo vê 33 caran gilî kiribû, dîsa jî bi çekê hatibû birîndarkirin. Koç got: "8 sal in li korîdorên edliyeyê li edaletê digerim. Lê min nedît. Divê cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn."  Li navçeya Toroslar a Mêrsînê, Ozkan Yarbî, di 27'ê Gulana 2020'î de bi çekê êrîş biribû ser Hatûn Koçê û ew birîndar kiribû. Yarbiyê ku berê bi Koçê re zewicandîbû û Koçê dev jê berda bi sûcê "birîndarkirina bi qesdî" hat girtin, lê Koç jî seqet bû. Koç, behsa tahdeya lê hatiye kirin, bêeeleqedarbûna saziyên fermî kir.    DESTDIRÊJΠ   Hatûn Koç a 26 salî, gava 13 salî bûye Yakûp K.'yê 13 salan jê mezintir ew îstismar kiriye. Piştî destdirêjiyê bi 20 rojan Yakûp K. ji ber tiryakê hatiye girtin û Hatûn Koç jî çûye mala dêya xwe. Lê paşê pê dihese ku ducanî ye. Di 14 saliya xwe de dibê dê. Koç, 3 salan li cem malbata xwe dimîne. Di saliya wê de vê carê Ozkan Yarbî ew îstismar dike.    TEMENÊ WÊ MEZIN NIVÎSÎN   Ozkan Yarbî, ji bo bi "destdirêjiyê" neyê cezakirin, bi rêya dadgehê temenê Koçê mezin dike, temenê wê dike 19 sal. Bi awayekî fermî mahra Yarbî û Koçê tê birîn. Lê hê di hefteya ewil a zewacê de Yarbî dest bi tahdeyê dike.    Koç, anî ziman ku gava ducanî bûye Yarbî tahde lê kiriye û got: "Cihekî pê de biçim tune bû. Lewma li wê malê ma."    TAHDE    Koç got: "Tahde, ji bo min bûbû tiştekî rûtîn. Gava ducanî bûm, tahde li min dikir. Gelek caran ez ji malê qeirandim. Gava ducanî bûm (8 mehî) li min xist. Min û keça min a 3 salî ji mal derxist. Cihekî me yê em biçûna tune bû. Ji ber ku ev zewac bê dilê malbata min bû, ez nikaribûm biçûma wir. Çûm mala hevaleke xwe. Wê çaxê cara ewil hîn bûm ku 'Sitareyên Jinan' hene û dikarim giliyê wî bikim. Min giliyê wî kir. Xwe avêt dexlê min got, 'ez carek din wiha nakim.' Ji ber ku hindik mabû keça min bê dinê, mecbûr mam cardin biçim malê."    DEV JÊ BERDA    Koç, diyar kir ku hê çilê wê neqediyabû hevjînê wê cardin tahde lê kiriye û got: "MIn tim giliyê wî kir, lê du rojan di nezaretê de dihiştin û cardin wî berdidan. Min hew deyax kir. Di sala 2013'an de min min ew da ber dadgehê, ji bo devjêberdanê. Me bi awayekî fermî, dev ji hev berda."    Koç, anî ziman ku Ozkan Yarbî devjêberdan qebûl nekiriye û bi zorê hatiye mala wê û got: "Me dev ji hev berda, lê wekî em zewicandî bin tim dihat malê. Gava min nedihişt were, di şaneşînê re dihat û cam dişikand û diket hundir. Min tim giliyê wî dikir. Biryara dûrxistinê dan, lê dîsa jî dihat. Gava min nedihişt bê malê, gef li min dixwarin. Ez û zarokên xwe, li malê wekî êsîran bûn."    MAL ŞEWITANDIN, BIRÎNDARKIRIN    Koç, bilêv kir ku Yarbî di sala 2015'an de mala ku lê dima şewitandiye û got: "Mala min şewitand û bi kêrî ez birîndar kirim. Hê jî dewsa kêra wî li ber çavê min ê çepê û biruyên min heye. Hê jî nikarim hêla xw eya çepê bixebitînim. Her cara çûm qereqolê, gotin, 'temam çi hewce be em ê bikin.' Çûm cem dozger, ji min re got 'tu here mala xwe, em ê hel bikin an jî em ê te bibin sitareyekê.' Ji dêvla ku min bişînin sitareyeke jinan, dikaribûn wî bigirtana. Çima min hepsî cihekî din, lê wî nagirin?"   33 DAXWAZNAME    Koç, destnîşan kir ku ji sala 2013'an heya niha derbarê Yarbî de 33 daxwazname dane û got: "Min 8 salan giliyê wî kir. Heya niha min 33 daxwazname dane û giliyê wî kirine. Lê ranebûn wî negirtin."    'EZ BIRÎNDAR KIRIM'   Koç, anî ziman ku herî dawî Yarbî par bi çekê êrîşê wê kiriye û ew birîndar kiriye û beriya bûyerê bi hefteyekê gilî kiriy, lê dozger guh lê nekiriye. Koç, got: "Beriya wê bi hefteyekê bi wêneyê xwe yê bi tivingê kişandibû, gef li min xwarin. Çûm Qereqola Cumhûriyetê ya Pozcûyê û min giliyê wî kir. Qereqolê berê min da Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê. Min peyamên wî û wêneyê wî dan dozger. Dozge rli ser çavê min jî mêze nekir, got, 'hege rte daxwaznameya xwe dabe qereqolê, ne hewce ye tu werî vir.' Min jî got, 'ma gava ev zilam bera min bide, hûn ê wî bigirin?' Dozger got, 'Em nikarin li gor her îfadeyê kesan bigirin. Heger tu ew qas zana yî were şûna min.' Bi vî awayî ez ji odeya xwe derxistim. Min ev tişt bi nivîskî jî dan ber dozger. Giliya min kêrî tiştekî nehat. Ji lew re heftek bi şûn de Ozkan Yarbî, bi wê tivinga pê wêne kişandibû, li ber çavê keça min a 7 salî bera min da."    BÊCEZATΠ   Koç ku got "Ez ne jina ewil ne jî ya dawî me ku tahde lê hatiye kirin", destnîşan kir ku heya cezayên giran li van kesan neyên birîn, dê jin tim bimirin. Koç, anî ziman ku 33 daxwazname dane û gilî kirine, lê dîsa jî Yarbî hewl daye wê bikuje, lewma divê ne bi sûcê "birîndrakirina bi qesdî", bi sûcê "kuştinê" bê darizandin."    PEYMANA STENBOLÊ    Koç, bibîr xist ku Peymana Stenbolê ji bo jinan ewlehiyek e û biryara fesixkirina wê jî rexne kir.   Koç got: "Yarbî niha girtiye, lê hê jî gefan dixwe. Ez piştî her danişînê, gava têm malê zarokên min dibêjin, 'dayê tu xelas bûyî?' Lê ez nikarim bêjim, 'em xelas bûn.' Ji lew re darizandin hê jî didome û ceza lê nehatiye birîn. Fikara min ji bo min û zarokên min e. Gava Peymana Stenbolê hebû, qet nebe hebikekî hêviya me hebû, lê niha ew jî tune ye. Heger Peymana Stenbolê pêk bihata, dê ji 33 giliyên min miheqeq yek jê esas bihata girtin."    BANG LI JINAN KIR    Koç, da zanîn ku dê danişîna dozê di 25'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrsînê bê lidarxistin û ji bo danişînê bang li jinan kir: "Gava min dizanibû ez ê jê xelas nebim jî min gilî dikir. Bang li jinan dikim, tahdeyê qebûl nekin. Şelmaqek û derba mirinê heman tişt in."    MA / Esra Solîn Dal