Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin 2021-05-24 13:14:48   ANTALYA - Li navçeya Mûratpaşa cenazeyê jina bi navê Necla Ozkan di behrê de hat dîtin.    Li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê welatiyên di behrê de cenazeyê jinekê dîtin û agahî dan polisan. Polisên behrê cenaze ji behrê derxistin Û tespît kirin ku cenaze yê Necla Ozkan a 55 salî ye.    Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyê Ozkan birin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.