‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’ 2021-05-23 10:13:07   ANTALYA – Sumeyye Avci ya KHK’î ku piştî hevpeyvîna kuçeyê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin û ev tişt got: “Kîngê bûm muxalîf, cuda fikirîm û dest bi fikirandin û pirskirinê kir, wê demê ‘terorîst’ hatim îlankirin.”   Sumeyye Avci ya KHK’î, piştî weşandina hevpeyvîna xwe ya ku têde gotibû ‘Em li welatê ku mafê evdan lê tê xwarin dijîn. Ji bo ku ji 4 zarokên xwe şerm nekim diaxivim’ di 21’ê gulanê de bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatibû binçavkirin û di heman rojê de hatibû berdan.    DEMA KU DIBE MUXALÎF…   Avci, têkildarî pêkanînên li dijî xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Avci, kedkara perwerdeyê ye û pîştî îlankirina Rewşa Awarte ya sala 2016’an de bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin. Bi hinceta ku endamê Aktîf Egîtim-Senê bûye û hesabê wê di Bank Asyayê de hebûye, bi endamtiya Cemaeta Fethullah Gulen hatiye sûcdarkirin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Parêzerên Avci, doza wê dibin Dadgeha Îstinafê û piştî vê pêvajoyê Avci jî dibe parastvana mafê mirovan.    Avci, da zanîn ku kîngê bûye muxalîf, cuda fikiriye û dest bi fikirandin û pirskirinê kiriye wê demê ‘terorîst’ hatiye îlankirin û wiha got: “Bi awayekî sarbûna ji jiyanê li min hat ferzkirin. Min hemû hebûna xwe ya maddî û menewî winda kir. Di bin çavan de sûcdarkirina propgandaya gelek rêxistina li min hatg kirin.”   CIVAKÎBÛN QELS E   Di berdewamê de Avci, bi lêv kir ku ji ber haya mirovan ji rewşa heyî tuneye bêdeng in û ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê asta lêhaybûnê gelek kêm e. Mirov ne di ferqa hin kesên din de ne. Herkes di derdê xwe de ye, ez eziyek heye. Guhertina vê rewşê yek ji peywirên me ye. Desthilat me têk nabe, em xwe têk dibin. Weke welatiyekî banga min li raya giştî ye ku em hewl bidin mirov bimînin. Em di ferqê de bin ku em perçeyekî civakê ne.”    MA / Omer Akin