Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye 2021-05-22 09:13:58   STENBOL - Gada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan 26 sal berê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin lê dest bi çalakiyê kiribûn, 3 sal in di dorpêça polîsan de ye û ji çalakiyan re hatiye qedexekirin.  Dayika Şemiyê Hanim Tosun anî ziman ku ew qad ji bo wan bûye wekî gora zarokên wan û got: "Bawerî û heviyên me mezin in. Em tu carî dest ji vê qadê bernedin."     Li Arjantinê, dayikên ku piştî darbeya eskerî zarokên wan di bin çavan de hatin windakirin, yekem car di 13'ê Nîsana 1977'an de li Qada Plaza de Mayo çalakî li dar xistin. Dayikan her rojên Pencşemê derketin qadê û daxuyanî dan. Dayik, piştre bi navê qadê hatin zanîn û nasîn. Piştî têkoşîna "Dayikên Plaza de Mayo" dîktator Jorge Rafael Videla hat darizandin.    Li Tirkiyeyê jî piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê û şerê navxweyî, tîmên taybet, JÎTEM û hîzbî-kontra bi deh hezaran mirov binçav kirin û bi hezaran mirov winda kirin. Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê ya li Kolana Îstîklalê bi navê "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya ku ewilî bi 4 malbatan dest pê kir, piştre di nava 3 hefteyan de 30 malbatî berdewam kir. Dayikên Şemiyê ji wê rojê heta 2018'an li Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam kirin. Lê dema dayik daketin qadê jî her hefte polîsan êrîşî wan kirin û li xizmên windayan dan û neheqî li wan kirin. Dayikên ku di di 1995'an de dest bi çalakiyan kirin, di 13'ê Adara 1999’an de navber dan çalakiyan. Di 31'ê Çileya 2009'an de çalakiyên xwe dîsa berdewam kirin. Dayikan heta sala 2018'an hefteya 700'î çalakiyên xwe yên qadê berdewam kirin û piştre polîsan bi fermana wezîrê karên hundir çalakî qedexe kirin. Ji ber qedexeyên hikûmetê û dorpêça polîsan dayik û xizmên windayan 3 salin nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin.    3 SAL IN QAD DI DORPÊÇA POLÎSAN DE YE   Dema çalakiya Dayikên Şemiyê ket hefteya 700’an, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 25'ê Tebaxa 2018'an de ferman da Qeymeqamê Beyoglu û qad li dayikan qedexe kir. Dayik û xizmên windayan herî dawî dema dîsa daketin qadê û çalakiya xwe berdewam kirin, polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî xizmên windayan kirin û gelek dayik bi lêdanê binçav kirin. Piştî hefteya 700’î ji ber ku polîsan Qada Galatasarayê dorpêç kir û destûr nedan dayik biçin qadê; dayikan her hefte li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiyên xwe berdewam kirin. Herî dawî piştî şewba vîrûsa corona (Covid-19) belav bû, dayikên şemiyê û xizmên windayan çalakiyên xwe li ser înternetê berdewam kirin. Gada Galatasarayê ji hefteya 700'î heta niha, ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin. Gada ku dayikan her hefte wêneyên windayan radikirin û qurnefil didan ser wêneyan, 3 sal in ji çalakiyan re hatiye qedeekirin. 3 sal in qad di dorpêça polîsan de ye. Piştî qad qedexe kirin, Cîgirê Wezîrê Karên Derve Faruk Kaymakçi gotibû "Turîst ji ber van çalakiyan bêzar dibin" Cîgirê Wezîr îdea kiribû ku dayik bêyî destûr çalakiyan li dar dixin. Qada Galatasarayê piştre hem li welatiyan û hem jî li hemû kesan hat qedexekirin. Qad 3 sal in di dorpêçê de ye.    DI 17'Ê GULANÊ DE HASAN OCAK WINDA KIRIN   Di 17-19'ê Gulana 1996'an de Lijneya Windayên Dibin Çavan de ya Navneteweyî kom bûn. Lijneyê Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînê û Dayikên Şemiyê û gelek dayikên ku zarokên wan hatine windakirin kom kirin. Lijneyê piştî civînê biryar da ku Komîteya  Navneteweyî ya li Dijî Windayên Dibinçavan de (ICAD) bê avakirin. Di 17'ê Gulanê de Hasan Ocak binçav kirin û di bin çavan de bi îşkenceyê kuştin û winda kirin. Ji ber vê yekê 17-31'ê Gulanê wekî “Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Windayên Dibinçavan de" îlan kirin.    26 SAL IN TÊDIKOŞIN   Yek ji dayikên ku 26 sal in ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, têdikoşe Dayika Şemiyê Hanim Tosun e. Hanim Tosun, di nava 4 malbatên ewilî li qadê kom bûn de cih girt. Hanim Tosûn ji Navçeya Lice koçî Amedê kir û ji Amedê jî koçî Stenbolê kir. Gelek caran polîs û tîmên taybet zext li malbatê kirin. Tîmên taybet di sala 1991'an de bi ser gund de girtin û Hevjînê Hanim Tosun, Fehmi Tosun binçav kirin û girtin. Fehmî Tosun nêzî 3 salan girtî ma. Ji ber gundî jî nebûn cerdevan, gundê wan şewitandin. Dema Fehmi Tosun hat berdan, tevî malbata xwe koçî Stenbolê kirin. Lê polîs û tîmên taybet dest ji malbata Tosun bernedan û li Stenbolê jî zextên li ser malbatê berdewam kirin. Polîsan herî dawî di 19'ê Cotmeha 1995'an de Fehmi Tosun li pêş çavê malbatê binçav kirin û winda kirin.    Ji wê rojê heta niha malbat agahî ji Fehmî Tosûn negirin. Hanim Tosun, ji bo hevjînê xwe Fehmî Tosun, serî li ÎHD, dozgerî û hemû rêxistinên eleqeder da. Hanım Tosun, piştî heviya  xwe ji rayedarên dewletê û dadgehê qut kir tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bû. Tosun, anî ziman ku tevî hemû zext û tundiyan, her tişt da pêş çavê xwe û çalakiyên xwe yên li Qada Galatasarayê berdewam kir û wiha got: "Her çend rayedarên dewletê çav û guhê xwe bigirin jî çalakiya me tirsek bi wan re çêkir. Dizanin ku em têkoşîna heqîqetê didin."    Tosun, diyar kir ku dayikên li Qada Galatasarayê kom dibûn hêz û moralek mezin didan hev û wiha got: "Her rojên Şemiyê me hêz û moralek pir mezin digirt. Em bi hevî û baweriyek mezin derdiketin Gada Galatasayê. Dibe ku piştî demekê hevî lawaz bibe. Lê cihê ku hevî lawaz dibe, înad û baweriya me dest pê dike. Gelek caran pereyê ku em pê li erebê suyarên û bên qadê tune bû. Gelek caran me zarokên xwe emanetî cîranan dikir û em dihatin. Lê niha zarokên me mezin bûn. Bawerî û heviya me mezin e. Tu carî heviyên me qelas nabin. Ji bo Gada Galatasarayê hevî û baweriya me ya tu carî xelas nabe heye. Em tu carî dest ji vê qadê bernadin. Ez bi heviya ku bigêjin hestiyê hevjînê xwe dijîm. Ez hemû dayikên ku bi salan e ji bo windayan têdikoşim silav dikim."    MA / Berfin Karaman