Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da 2021-05-21 10:45:54 STENBOL - Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê ji bo biryara rakirina ji meriyetê ya Peymana Stenbolê bê rawestandin serî li Şûraya Dewletê da.    Tirkiyeyê di 20’ê Adarê de, bi Biryarnameyeke Serokkomar ragihand ku ji Peymana Stenbolê ya ku ewil îmze kiribû paşve kişiya. Ji roja biryar hat girtin heta niha rêxistinên jinan û weke kesayetî gelek hiqûnasan bi daxwaza rawestandina meriyetê serî li Şûraya Dewletê dan. Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê jî, ji bo biryara rakirina ji meriyetê ya Peymana Stenbolê di 1’ê Tîrmehê de bê rawestandin serî li Şûraya Dewletê da. Weqfê derbarê serlêdana xwe de cih da van gotinan: “Em weke Mor Çati dozê vedikin, ji ber ku bêşert û merc pêkanîna Peymana Stenbolê pêwîst dibînin. Ji ber vê divê demildest biryara paşvekişandina peymanê bê rawestandin. Ev ji bo bikaranîna maf û azadiyên bingehîn girîng e.”