Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin 2021-05-20 15:55:20       ÎZMÎR - Endamên Meclîsên Jinan ên HDK’ê û HDP’ê, di bin dorpêça polîsan de ji bo Doza Kobanê şermezar bikin daxuyanî dan.     Endamên meclîsên jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê, têkildarî Doza Kobanê ku li Enqereyê tê dîtin, xwestin di ketina Sûka Kemeralti ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê daxuyaniyê bidin. Polîsên ku cihê daxuyaniyê lê bê dayîn dorpêç kirin, jinan li nêzî qada ku lê daxuyaniyê bidin sekinandin.    POLÎSAN DÎMEN JÊ BIRIN   Polîsan ketina qadê bi mertalan astengkirin û jin dorpêç kirin. Polîsên ku bi hêceta “pêsindayîna teror û terorîstî” daxuyanî asteng kirin, xebatkarên çapemeniyê yên xwestin dîmenan bikişînin jî asteng kirin. Polîsan, dîmenên ku rojnamevanan kişandin jê birin û ew ji qadê dûrxistin.    BERTEKA JINAN   Demekî dirêj di nava polîs û jinan de niqaş derket. Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, bi gotina “Wê dewran bizivire haya we jê hebe. Daxuyaniyê nayê qedexekirin” bertek nîşanî polisan da. Li ser vê yekê polîs jî ev tişt got ‘Hûn dikarin mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin.’ Li ser vê yekê Tekgur pirsa “Daxuyaniya çapemeniyê mafê me yê herî qanûnî ye. Li gorî kê sûc e? Li gorî we sûc e. Li gorî qanûnan daxuyaniya çapemeniyê çawa dibe sûc?” kir.    Polîsan xwest ku bi hêceta pandemiyê daxuyaniyê li avahiya HDP’ê bidin. Li ser vê yekê Hevserok Tekgur jî wiha got: “Ji ber mirov di qadên girtî de rûdinin bi hêceta pandemiyê hûn ceza ji wan re dibirin. Dema gotubehs dibin em hûn dibêjin ‘herin li avahiya xwe bikin’ ev hişmendiyeke çawa ye? Di qada vekirî de daxuyanî qedexe ye lê di avahiyê de serbest e.”    ‘HEWL DIDIN DENGÊ ME KÊM BIKIN’   Jineke ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da jî wiha got: “Wisa ne xerabtir e? Bi sedan kesan we çar pênc jin dorpêç kirine. Hûn evqas aciz in.” Hevserok Tekgur, li ser dirêjbûna astengkirinê di dorpêça polîsan de wiha axivî: “Dibêjin em pesnê bersûcan didin. Hûn li gorî xwe sûcan di afirînin. Di vî welatî de li gorî we herkes ‘terorîst e’. Kesê diaxive, kesê derdikeve qadê ‘terorîst e’. Mafê me yê kirina siyasetê asteng dikin. Hewl didin ku dengê me kêm bikin. Em vê rewşê şermezar dikin. Wê dewran bizivire. Hûn ji jinan û ji gel ditirsin.”   Jin pişt re bi tilîlî û dirûşmeyan ji qadê veqetiyan.