Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin 2021-05-16 09:04:19 AMED - Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku heta ew civakek azad ava bikin wê dest ji têkoşîna Peymana Stenbolê bernedin û gotin: “Em ê qet û qet li ber zîhniyeta mêrane îteat nekin.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di şeva 20’ê adarê de ji nişkeve biryarnameyek weşand û ragihand ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê ku jinan ji tundiyê diparêz e vekişiya. Li gorî weşandina Rojnameya Fermî hat ragihandin ku wê di 1’ê tîrmehê de peyman were rakirin. Jinên ku tu biryaran nas nakin li kuçe û meydanan çalakî û şahiyên xwe didomînin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) destnîşan kir ku heta Peymana Stenbolê were sepandin û civakek azad ava bikin wê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.    106 JIN HATIN QETILKIRIN    Heseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezana Amedê û aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Kirici destnîşan kir ku peyman xwedî wê hêzê ye ku ambargo deyne ser her cûre tundiyê û got: “Armanca sereke ya îqtidarê ew e ku bi fesixkirina Peymana Stenbolê re têkoşîna jinan ji holê rake. Dixwazin bi vê biryarê pêşî li tundiyê, destdirêjî û îstîsmarê were vekirin. Di 4 mehê sala 2021’an de 106 jin hatin qetilkirin. Heke peyman bihata sepandin wê ewqas jin nehatina qetilkirin, sax bûna û tundî nehata kirin. Îqtidar bi fesixkirina peymanê dixwaze qirkirina jinan pêk bîne. Em ê dest ji peymanê bernedin. Heta ku peyman were sepandin em ê dest ji çalakiyên xwe bernedin. Em ê li qadan mafên xwe biparêz in.”    ‘ARMAN NASNAMEYA JINAN E’    Aktîvîsta TJA’yê Zulfiye Kîşmîr jî anî ziman ku ev demek dirêj bû peyman bûbû armanca AKP’ê, cemat, weqf û saziyên alîgirê wê û got: “Bi fesixkirina peymanê dixwazin kuştina jinan rewa bikin. Nikarin bi tune hesibandina nasnameya jinan pirsgirêkan çareser bikin. Dixwazin têkoşîna jinan bitepisînin. Lê em ê ê her bêjin Peymana Stenbolê dide jiyandin. Em ê hem biryara fesixkirinê û hem jî rêveberiya mêrane nas nekin. Em ê li dijî biryara fesixkirinê li ber xwe bidin û bang li tevahiya jinan dikin ku li kuçe û meydanan têbikoşin. Dev jê berdana ji têkoşînê dev jê berdana jiyanê ye.”      ‘NE QENCÎ YE, MAFÊ YASAYÎ YE’    Hevşaredara Farqînê ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û aktîvîsta TJA’yê Naşîde Toprak jî detnîşan kir ku bi salan e jin li dijî serdestiya mêran li ber xwe didin û dest ji têkoşîna destkeftiyên xwe bernadin û Peymana Stenbolê ne qencî ye û destkeftiyek têkoşînan a mafê yasayî ye. Toprak anî ziman ku dixwazin jin li ber wan serî bitewînin û civakê bi temamî tecrîd bikin û got: “Lê wê têkoşîna jinan qet û qet li ber zîhniyeta mêrane îteat nekin. Em ê li her qadê têkoşîna jinan bi rê ve bibin û bi piştevaniyê civaka azad ava bikin û bi hêza xwe hemû mafên xwe biparêzin.”    MA / Eylem Akdag