Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin 2021-05-11 12:48:21   AMED - Parlamenterên HDP’ê yên jin bi wesîleya salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê pankartek bi sûrên Amedê ve danîn. Ayşe Acar Başaran jinan gotina xwe dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û dê dev ji Peymanê bernedin.    Parlamenterên HDP’ê yên jin bi boneya salvegera 10’emîn a îmzekirina Peymana Stenbolê, li Deriyê Mêrdînê çûn ser sûrên Amedê û pankartek navê jinên hatine qetilkirin lê nivîsandî daliqandin. Jin pişt re daketin û li ber sûran daxuyanî dan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘EM JIYANA XWE DIPARÊZIN’    Acar Başaran daxuyanî da û destnîşan kir ku jinan gotina xwe ya dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û wiha got: “Em dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Ev mesele nayê jibîrkirin. Em ê Peymana Stenbolê biparêzin. Em jiyana xwe diparêz in. Em pêşeroja xwe diparêz in. Îro çalakiyên me li Amed û Stenbolê ne. Serokê AKP’ê Erdogan nikare li ser navê jinan biaxive û biryaran bigire. Em jin wê biryarên xwe bigirin. Heta ku jin nebêjin me vê biryarê girt, ev Peyman di rojevê de ye. Em ê tu carî dev ji vê Peymanê û sekna xwe jî bernedin û paş ve gav neavêjin.”