Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz 2021-05-11 09:08:23 STENBOL - Sîmanperî Akyildiz ku bi laçika xwe ya spî li her derê behsa aştiyê dikir, bi şewba Covîd-19'ê ket û jiyana xwe ji dest da. Kurê wê got: "Heya roja jiyana xwe ji dest da jî xewn û xeyala wê, welat bû, têkoşîna azadiyê bû." Li Tirkiyeyê di salên 1990'î de wekî gelek derdoran dayikên kurd jî xwe birêxistin kirin. Her ku valakirina gundan, îşkence, girtin, windahî, hejmara kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan zêdebûn dayik hîn bêtir daketin kuçeyan. Dayikên ku bi laçika xwe ya spî daketin qadan car hebû çalakî dikirin, car hebû jî tevî wêneyên zarokên xwe li qadan rûniştin û car jî hebû çûn qadên şer, bûn mertalên zindî. Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê li hin bajaran jî xwe wekî Meclîsa Dayikên Aştiyê birêxistin kir û li dijî şer têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê xurt kir.    Yek ji van dayikan jî Sîmanperî Akildiz bû. Akyildiz, ji ber şewba Covîd-19'ê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Akyildiz ku di sala 1955'an de hatibû dinê, ji ber zext û zoriyên dewletê di sala 1993'yan de ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsê koçî Stenbolê kiribû.    Akyildiz, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, yek ji wan dayikan bû ku bi laçika xwe ya spî li ber girtîgehan çalakî li dar xistibû. Akyildiz ku du zarokên wê girtî ne, di vê pêvajoyê de tim çûbû ber girtîgean û bi vî awayî hem moralê zarokên xwe hem jî yên girtiyên din xweş kiribû.    ‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'    Keça Akyildizê Leyla Akyildiz ku di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de ye, ji ber êşa diranan sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin, lê ji ber ku tedawiya bi awayekî kelemçekirî qebûl nekiribû, eskeran lêxistibû. Dayik Akyildiz jî di 22'yê Çileya 2019'an de derbarê vê bûyerê de ji ajansa me re axivîbû. Akyildiz di axaftina xwe de wiha gotibû: "Dewlet çi qasî êrîşê tîne ser me bila bîne, dixwazî bila îşkence bike, dixwazî bila li me xe. Em natirsin. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Li keça min xistiye, ma gere em dev ji têkoşînê berdin? Na, em dev jê bernadin."   BERXWEDAN    Gava li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dewam dikir, di 4'ê Gulana 2019'an de li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyek hatibû lidarxistin. Di vê çalakiyê de polîsan li dayik Akyildiz xistibûn û ew binçav kiribûn. Di dema lêdanê de berçavka wê ketibû erdê û polîsan ew bi erdê ve kaş kiribû, lê dîsa jî paş de gav neavêtibû.    Akyildiz, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, ji Jinnewsê re axivîbû û gotibû: "Dest û milên keça min û serçavê wê birîn bûn. Serçavê keça min reş bûbû. Gava çav pê ketim şaş mam sekinî. Jixwe we ew girtiye xistiye nava çar dîwaran. Tew hûn bi ser de tahdê jî lê dikin. Dawiya zilmê tune ye. Sirf ji ber ku em kurd in, vê heqaretê li me dikin. Em ê her tim xwedî li zarokên xwe derkevin."    'EM Ê LI BER GIRTÎGEHÊ BIN'    Gava li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dewam dikir, di çalakiyên ji bo greva birçîbûnê de tim li refa pêş bû. Li gel hemû zext û zoriyan jî di 25'ê Gulana 2019'an de li ber avahiya HDP'a Baxçelîevlerê li ser navê dayikan axivîbû û gotibû: "Me guh neda lêdan û binçavkirinên polîsan û me çalakiya xwe dewam kir. Heya tecrîd bi dawî nebe, dê çalakiya me bidome. Em li cem zarokên xwe ne û em ê li ber girtîgehan bin."    'HÛN ÇI BIKIN JÎ...'    Akyildiz, di çalakiya li ber girtîgehê de ji polîsan re gotibû: "Dinya têra me gişan dike. Em dayik in. Hûn çima ev qasî tahdeyê dikin. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne, kezeba me dişewite. Em ji bo pîknîkê nehatine vir, em ji bo zarokên xwe hatine. Hûn çi bikin jî, em ê li vir bin. Em dayikên aştiyê ne, em ê tim li qadan bin."    JIYANA MIŞT TÊKOŞÎN BÛ    Kurê wê Rahmî Akyildiz, anî ziman ku ji ber şewitandina gundan, zext û zoriyan hatine Stenbolê û ji bo dêya xwe got: "Gava mesele dibû welat, dibû gulpegulpa dilê wê."    Akyildiz, bilêv kir ku dêya wî gelek caran hatiye binçavkirin, lê dîsa jî dev ji têkoşînê bernedaye û got: "Heya roja jiyana xwe ji dest da jî xewn û xeyala wê, welat bû, têkoşîna azadiyê bû. Pir têkoşiya. Xwe pir pêş xistibû. Jiyana wê mişt têkoşîna azadiyê û hisreta ji bo welat bû."