Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da 2021-05-10 11:22:37     STENBOL - Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz a li nexweşxaneyek Stenbolê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sîmanperî, bi eslê xwe ji navçeya Tetwana Bedlîsê bû û her wiha nexweşiyên wê yên dil û astimê hebûn. Sîmanperî ji ber şewba vîrûsa koronayê 15 roj bû li nexweşxaneyê  dihat dermankirin.   ‘BI TÊKOŞÎNA XWE DIHAT NASKIRIN’   Sîmanperî ya bi têkoşîna xwe dihat naskirin, di gelek çalakiyên ku ji bo aştî, wekhevî û azadiyê dihatin lidarxistin de cih digirt. Her wiha di dema çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de li ber girtîgehan, weke Dayikên Laçikspî tevlî çalakiyan bûbû û ji hêla polîsan ve bi erdê re hatibû kaşkirin. Di têkoşîna xwe de gelek caran bi êrişên polîsan re rûbirû ma bû. Sîmanperî, dayika girtiya siyasî Leyla Akyildiz a li Girtigeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye.