22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê 2021-05-04 14:48:38   ENQERE – 22 parlamenterên HDP’ê tundiya çawişê pispor a li Çewlikê ya li dijî jinekê birin rojeva meclisê û bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsekê dan Serokatiya Meclisê.    Ji HDP’ê 22 parlamenterên jin tundiya ku çawişê pispor Ferhat K. li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê li jina bi navê R.O. kiribûn birin rojeva meclisê û bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsekê dan Serokatiya Meclisê. Parlamenteran di pêşnûmepirsa xwe de qala tundiya ku çawişê pispor Ferhat K. li Z.O. kiribû kirin û têkildarî mijarê ev pirs li Oktay kirin:     “* Biryara dûrxistinê ya ji bo Çaiwşê pispor Ferhat K. ku gefa kuştinê li R.O. xwariye bes e?     * Derbarê çawişê pispor de lêpirsîna edlî û îdarî vebûye? Di pêvajoya lêpirsîna îdarî de wê biryara dûristinê bê dayîn?     * Wê ewlehiya R.O. û malbata wê pêk bê?    * Ji bo ku sûcên tundiya fizîkî, tecawiz û îstismarê yên bêcezahiştin bi encam nebin wê çê bê kirin?   PARLAMENTERÊN PÊŞNÛMEPIRS DANE    Parlamenterên ku pêşnûmepirsê dane wiha ne: “Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Dersim Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya, Ebrû Gunay, Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca, Fîlîz Kerestecîoglû, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huda Kaya, Mûazzez Orhan, Nûran Îmîr, Oya Ersoy, Pero Dundar, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Tulay Hatimogûllari, Zuleyha Gulum”