‘Em ê bi hev re têbikoşin’ 2021-04-24 09:00:43 AMED - Hevalên 11 jinên TJA’yî yên li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin, wiha gotin: “Ger bedena me jinan bê dîlgirtin jî, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe her daîm dewam bikin.” Desthilatdariya ku ji bo bersûcên jinan tiştekê nake, jinên parastina mafê jiyana xwe dikin û têkoşîna vîna jinan didin, binçav dike û digire. Binçav kirin û girtinên jinên xwedî mafên xwe derdikevin bûye yek ji konseptên desthilatdariya AKP’ê. Jinên ku herî zêde para xwe ji vê konseptê digirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ne. Herî dawî, li Amedê, di serdegirtinên malan ên 5’ê Nîsanê de, ji 26 jinên hatibûn binçavkirin, 11 jê hatin girtin. Heval û rêhevalên jin ên aktivîstên TJA’yê, soza ku “Ew di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe dewam bikin” dan.    BÊ TEHEMÛLÎ   Ji aktivîstên TJA’yê Remziye Sizici, diyar kir ku ji ber ku jin mafên xwe diparêzin her tim di hedefa desthilatdariyê de ne û wiha axivî: “Desthilatdar, jinan weke bireser, tenê zarokan diwelidîne, li zarokan mêze dike û karê malê dike dibîne. Ji bo ku jin nebin kirde, bê navber êrişî destkeftiyên jinan dike. Destûr nade ku jin ji rola di nava malê de derbikeve.”   JI JINAN DITIRSIN   Sizici, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re ewil komeleyên jinan hatin girtin û wiha pê de çû: “Gelek saziyên me jinan hebûn. Li van saziyan, me piştevaniya jinan dikir, me alîkariya jinan dikir û me jin pêş dixistin. Lê qeyûm ewil em û destkeftiyên me kirin hedefa xwe. Niha jî êrişî nûnertiya wekhev a di siyasetê de dikin. Li ku derê, serkeftinek jinan hebe, desthilatdarî çav berdide wê derê. Îro bersûcên jinan li derve bi rehetî digerin, lê ew her tim êrişî jinan dikin û herî dawî 11 jinên têkoşîna parastina jinan didan hatin girtin. Sedema vê pir zelale. Ji jinên li ber xwe didin ditirsin. Lê tu girîngiya van êrişan li gel jinan tuneye. Ev dide nîşan dan ku em jin bi têkoşîna xwe serdikevin. Heya ku em di jiyanê de, di siyasetê de û li her qadê jinan bikin kirde, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Têkoşîna me wê tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, emê jî li derve parastina mafên xwe bikin.”   CÎNAYET NE RAWESTIYANE!   Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Ûygûn jî, dest nîşan kir ku, her ku desthilatdarî teng dibe, êrişî destkeftiyên jinan dike û wiha bilêv kir: “Hevserokên me, hevşaredarên me û aktivîstên jinan, her roj bi hincetên cuda tên binçavkirin, derb kirin û dîl girtin. Desthilatdariyê herî dawî êrişî Peymana Stenbolê kir. Desthilatdarî dibêje, cînayetên jinan kêm bûne. Lê ev daxuyaniyên wan nerastin. Her roj jin tên qetilkirin. Kuştina jinan dewam dike. Di meha Adarê de, tenê li Bismilê 2 jin hatin qetilkirin û 3 jin jî bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest dan. Ger tenê li navçeyekê rewş wiha be, wê demê rewşa li tevahiya Tirkiyeyê çiye mijara nîqaşê ye. Bi gotinên êrişên li dijî jinan kêm bûye, dixwazin ku dengê jinan qût bikin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê, bi qirkirinên jinan, dixwaze civakê bişkîne.”   Ûygûn, da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û ev peyam da: “Emê tu carî bi girtinan, bi darbeyên qeyûman û hişmendiya desthilatdariyê gav paşve neavêjin. Heya ku em hemû destkeftiyên xwe paşve bigirin emê her tim li qadan bin.”   DIXWAZIN JINAN TESLÎM BIGIRIN    Aktivîsta TJA’yê û Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bîsmîlê Şukran Bûlût jî, bi bîr xist ku desthilatdarî bi van êrişên xwe dixwaze jinan ji civakê dûr bixe û wiha axivî: “Bi vî awayî dixwazin jinan teslîm bigirin.  Piştî feskirina Peymana Stenbolê di meha Adarê de 83 jin hatin qetilkirin. Em bi nûnertiya wekhev û yekitiya jiyana jinan diparêzin. Lê desthilatdarî, hişmendiya xwe ya serdest a tetîkkêş ferzî me dike. Ji ber ku jin li dijî vê yekê derdikevin, di hedefê de ne. Ger bedena me jinan jî bê dîlgirtin, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Emê her tim parastina xwe ya c4ewherî xurt bikin û bi dengekê bilind qîr bikin. Heya ku jiyanek wekhev û azad bê avakirin, emê têkoşîna xwe li her qadên jiyanê dewam bikin. Emê tu carî paşve gav ne avêjin.”