Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin 2021-04-16 15:43:04 ŞIRNEX – Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li navend û navçeyên Şirnexê fesixkirina peymana Stenbolê protesto kirin.    Endamên Meclîsa Jinên HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê û navçeyên wê ji bo ku balê bikişînin ser fesixkirina Peymana Stenbolê, pankarta ku di 3 mehên dawî de navên 88 jinên ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û nîvîsa "Heger Peymana Stenbolê bihata sepandin 88 jin niha wê di nav me de bûna" li serê bi avahiyekê ve daliqandin. Jinan bi vê daliqandina pankartê fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin.