Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya 2021-04-13 16:56:10   ÎZMÎR – Heyeta HDP’ê, di çaroveya xebata “Ji xizaniya jinan re na” de li Îzmîrê bi jinan re civiya û got ku wê pirsgirêkên ji ber pêvajoya pandemiyê zêde bûne dê bibin rojeva meclisê.    Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya xebata “Ji xizaniya jinan re na” de ku di bin banê Kampanya “Ji bo jinan edalet” de tê meşandin li Îzmîrê bi jinan re civiya. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’Ê Zuleyha Gulum, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn, endamên Koordînasyona Jinan Feray Mertoglû, Semîha Şahîn, Berna Çelîk, Medya Yuksel tevlî hevdîtinê bûn. Heyeta jinan, destpêkê li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Karşiyakayê bi muzîsyenan re hat gel hev.    KARŞIYAKA   Li vir li sernavê heyete Başaran axivî û diyar kir ku xwestine ji bo bandora qrîza aborî û xizaniyê ya li ser jinan ku bi pandemiyê re zêde bûye di cih de tespît bikin û jê re çareseriyê bibînin rast e rast bi jinan re hevdîtin bikin. Başaran, destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya xwe de dê li qadên cuda jinan guhdar bikin û pirsgirêkên ku tespît bikin dê bibin rojeva meclisê.    BAYRAKLI   Heyet piştre li navçeya Bayrakliyê bi karkerên jin ên tekstîlê re hat gelhev. Li vir jî heyete armanca xebatê ji jinên kedkar re vegotin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    MENEMEN   Heyet ji vir jî derbasî navçeya Menemenê bû û li taxa Ahidir bi jinên roman re hevdîtin kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.