Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin 2021-04-13 16:33:59   ÎZMÎR - 4 jinên ku endamên SKM’ê û OGK'ê yên li ber Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ji bo Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin, hatin binçavkirin.    Endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ji bo bertekê nîşanî vekişîna Peymana Stenbolê bidin, xwestin li ber Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ya li navçeya Konak a Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Jinan pankarta “Em ê peymanê biparêzin û faşîzmê hilweşînin” vekirin û wiha gotin: “Em fesixkirina Peymanê qebûl nakin. Her roj li ser vê erdnîgariyê gelek jin tên kuştin û kujer li kolanan destê xwe dihejînin û digerin. Em jin wê tu car bêdeng nemînin.”   POLÎSAN LI WAN DA    Jinan dirûşmên “Em bêdeng nabin, em natirsin” û “Ne edaleta zilam, edaleta rast” berz kirin. Dema jinan pankart bi derê Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ve kirin, polîsan mudaxile kir. Jinên ku bi çepikan bertek nîşanî polîsan dan pişt re hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dema jin hatine binçavkirin polîsan li wan daye. Hat diyarkirin ku polîsan Gul Gok, Meryem Yildirim, Gungor Dîdar Gul û Îrem Nûr Çelîkbaş ên binçavkirine ji bo ku îfadeya wan bigirin birine miduriyeta polîsan.