Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin 2021-04-13 11:58:30   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Cîhangira Stenbolê Berzan E.Ç. ku jinekê tacîz kiribû hat girtin. Li Mersînê jî 3 kesên ku îşkence li Berrîn Dalyanoglû Keskîn kiribûn û ew kuştibûn hatin girtin.    Li Stenbol û Mersînê 4 kesên ku jinan tacîz kiribûn û bi îşkenceyê ew kuştibûn hatin girtin. Li semta Cîhangîrê ya Stenbolê Berzan E.Ç. (19) ku jinekê tacîz kiribû û kêre kiribû qirêka wê, bi sûcdariyên “êrişan zayendî”, “gefxwarina bi çekê” û “tunekirina azadiya kes” hat girtin. Li aliyê din faîl Berzan E.Ç. angaşt kir ku ji sedî 50 berasteng e û di sala 2014’an de xalê wî tecawizî wî kiriye.    MERSÎN    Li navçeya Sîlîfke ya Mersînê jî E.Î., hevjîna wî A.Î. û ciranê wan A.E. ku îşkence li Berrîn Dalyanoglû Keskîn kiribûn û ew kuştibûn, hatin girtin.