Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin 2021-04-13 09:00:36 DERSIM - Nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan destnîşan kirin ku Peymana Stenbolê "keleha" jina ye û bang li tevahiya civakê kirin û gotin: "Ji bo ji nû ve avakirina kelehê, divê her kes di têkoşîna de israr bike."  Bertek û nerazîbûnên li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê didomin. Li Dersimê aktivîsta Jina Demokrat a Nû Dîlek Kûrban, Hevseroka HDP'a Dersimê Nûrşat Yeşîl û Seroka Sendîkaya Genel-Îş a Şaxa Dersimê Şukran Yilmaz destnîşan kirin ku Peymana Stenbolê "keleha" jina ye û bang li her kesî kirin ku xwedî li peymanê derkevin.   'NETIRSÎN, NETEPISÎN'   Kûrban, diyar kir ku li Tirkiyeyê cinayetên jinan zêde bûne û got: "Dewletê zilamên sûcdar di deriyekî re dixe hundir, di deriyê din re berdide. Fesixkirina Peymana Stenbolê, nîşaneya parastina taciz û tecawizkaran e. Peymaneke wekî 'Peymana Enqereyê', yanî peymaneke li gor xwe xistin rojevê. Lê belê Peymana Stenbolê destkeftiyek me ye, kes nikare wê ji me bistîne. Kes nikare me bitepisîne. Bila neyê jibîrkirin, li vî welatî tahdeyek mezin li jinan hatiye kirin. B taciz û tecawizan re rû bi rû man. Jin netirsiyan, netepisîn."    Hevseroka HDP'a Dersimê Nûrşat Yeşîl jî bi vê biryarê bîrbiriyeke wekî "em dikarin bi rihetî jinan bikujin" li mêran peyda bûye û hikûmet bi vî awayî "cinayetên jinan" rew dike.    HEDEF TÊKOŞÎNA JINÊ YE    Yeşîl, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku kujerên jinan nayên darizandin de, jinên têdikoşin tên binçavkirin û girtin û di ser jinan re tê xwestin ku civakê hemû çavtirsandî bikin. Yeşîl ji bo vê bal kişand ser avêtina ser Komeleya Jinan a Rosayê. Yeşîl, bilêv kir ku pergal ji berxwedan û têkoşîna jinan ditirse û got: "Lewma têkoşîna jinê hedef digire. Lê belê têkoşîna jinê, ne têkoşîneke ku bi binçavkirinan û girtinan bê qedandin."    KELEHA JINAN    Seroka Genel-Îş'ê ya Şaxa Dersimê Şukran Yilmaz jî destnîşan kir ku pergal dixwaze nifşeke "dîndar û kîndar" biafirîne û got: "Naxwazin jinê wekî heyîneke civakî ya bixwebawer bibînin. Helbet Peymana Stenbolê ji bo jinan kelehek bû. Ji bo em vê kelehê ji nû ve ava bikin, divê her kes di têkoşînê de israr bike. Ji lew re li Tirkiyeyê herî zêde di dema AKP'ê de tahdeya li jinê tê kirin zêde bû. Di 20 salên îqtidara AKP'ê de cinayetên jinan pir zêde bûn. Jinan hemû awayên mirinê dîtin. Haya me jê heye em jin bi feraseteke pir xedar re rû bi rû ne. Ev feraset, dê tenê ne windahiyek jinan, dê windahiya tevahiya cîhanê be. Ê bibe windahiye hêzzên demokrasiyê, bibe windahiye ehlên sosyalîzmê. Lewme divê tenê ne jin, tevahiya civakê bitêkoşe."